Îdiaya gefa kuştinê li girtiyan xwarin 2017-12-17 12:20:09 EDENE - Girtiyên li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê aşkera kirin ku gefa kuştinê li wan xwarine, dê li dijî binpêkirinên mafan sibê dest bi greva birçîbûnê bikin.   Girtiyên li Girtîgeha T2 a Osmaniyeyê dimînin, bi rêya malbatên xwe agahî dan û aşkera kirin ku ji bo binpêkirinên mafan şermezar bikin, dê bi dorveger û bê dem greva birçîbûnê bidin destpêkirin. Mehmet Saît Dal diyar kir ku wî di 13'ê Kanûnê de bi birayê xwe Mehmet Emîn Dal re hevdîtin kiriye û wiha got: "Zextên li ser girtiyan gelekî zêde ne û mafên wan tên binpêkirin."   Dal destnîşan kir ku îşkenceyê li grtiyan û birayê wî dikin, piştî li ser hewşa hewa standinê hatiye girtin, girtî qet tavê nabînin. Dal tiştên ku birayê wî parvekirine wiha vegot: "Dixwazin em yek bi yek derkevin werzîşê. Di bin navê lêgerînê de bi ser koxûşan de digirin û gefa kuştinê li me dixwin. Gardiyan dibêjin ku 'Heke hûn gotina me neynin cih, hûnê bi silametî ji vir dernekevin.' Hevdîtinên bi parêzeran re digirin bin qeyda kamerayê. Dîsa di dema hevdîtinê de gardiyan bi ser mere disekinin. Di sewqên edliyeyê de êrîşê me dikin. Hevrêyêyên me yên tedawiya wan nayên kirin hene. Ji bo ev binpêkirinên mafan bi dawî bibin, em ê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger û bê dem bikin."   Dal, daxwazên girtiyan wiha rêz kir:    * Divê binpêkirinên mafan bi dawî bibin.   * Di bin navê lêgerînê de bi ser koxûşan de digin, divê ev bi dawî bibe.   * Divê girtiyên nexweş bên dermankirin.   * Dîvê gev, îşkence û muameleya xirab a li dijî girtiyan bi dawî bibe.   * Aktivîteyên civakî mafên girtiyan e divê ev pêk bên.   * Îdareya girtîgehê ser hewşa hewastandinê girtiye divê ev bê vekirin.   * Divê di dema hevdîtinên bi parêzeran re, gardiyan bi ser girtiyan re nesekinin û bi kamerayê hevdîtin neyê qeydkirin.   * Divê ne yek bi yek, bi giştî girtî derkevin hewşê û werzîşê bikin.   * Di dema ketina girtîgehê û derketinê de êrîşê girtiyan dikin û divê ev êrîş bi dawî bibin.   BANGA XWEDÎDERKETINÊ    Dal herî dawî bang li raya giştî kir ku xwedî li girtiyan derkevin û ev tişt anî ziman: "Gefa kuştinê li birayê min û hevrêyên wî xwarine, ev nayê qebûlkirin. Malbat tenê li welat aştiyê dixwazin. Ev ne daxwazeke siyasî, daxwazeke mirovî ye. Divê tu kes bê deng nemîne û xwedî li girtiyan derkeve."