Kesek din ê bi vîrûsa korona ketî hat tespîtkirin 2020-03-13 09:38:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku nexweşekê din ê bi vîrûsa Korona ketî hat tespîtkirin û got: "Nexweşê duyemîn ê bi vîrûsê ketiye, ji derdora kesê yekemîn ê bi vîrûsê ketiye ye."   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, bûyera duyemîn a vîrûsa korona ragihand. Koca li ser hesabê xwe yê medaya civakî nexweşekê din ê bi vîrûsa koronayê ketiye parve kir û ev agahî da: “Di encama  testa duh bi şev hat kirin de, pêşdîtineke din a bi xemgîn hat piştraskirin. Nexweşekê me yê din ku bi vîrûsa Koronayê ketiye, heye. Çawan ku ji bo nexweşê me yê dest pê kê testa vîrûsê hat kirin, me hemû derdora wî kir bin kontrolê. Ji bo vê me tedbîr girtin. Nexweşê duyemîn ê bi vîrûsê ketiye jî, ji derdora vî ketiye. Em ê bi hevre derheqê vê pirsgirêkê de bên.”