'Dixwazin ser bûyera tecawizê ya li Pêrtagê bigirin' 2020-03-13 09:09:53 DERSIM - Li Pêrtagê, herî kêm 15 zarok bi taciz û tecawizê re rû bi rû mabûn. Di lêpirsîna der barê bûyerê de "biryara veşarî" hê jî didome. Jinan got, bi vî awayî ser bûyerê tê girtin.  Li Pertaga Dersimê, kesê bi navê Harûn Yildirim herî kêm 15 zarok tacizkirinbûn û tecawizî wan kiribû. Bûyer di 8'ê Çileyê de aşkere bûbû. Ji ber vê Harûn Yildirim û 3 kesên navên wan nehat hînbûn hatibûn binçavkirin. Piştî telefon û komputera Harûn Yildirim hatibû lêkolînkirin derketibû holê ku tecawizî gelek zarokên kur kiriye. Harûn Yildirim û 2 kesên hatibûn biçavkirin hatibûn girtin û Ahmet Ogûzê jî bi hinceta delîl tunene hatibû berdan. Ogûz, piştî hatibû berdan întihar kiribû. Ji kesên hatin girtin navê 2 kesan nehatiye aşkerekirin û tê diyarkirin ku ji van kesan yek jê cerdevan e.    ÎFADEYA ESKER Û POLÎSAN HAT GIRTIN    Lêpirsîna hatiye destpêkirin du meh in didome û her wiha biryara veşarî ya li ser lêpirsînê jî didome. Tê gotin di çaçroveya lêpirînê de îfadeya gelek esker û polîsên çûne cem Harûn Yildirim jî hatine girtin. Şêniyên navçeyê diyar dikin ku di vê bûyerê de tiliya esker, polîs û cerdevanan jî heye û ev çeteyeke organîzekirî ye.    Têildarî mijarê em bi jinên Pêrtagê re axivîn. Jin, destnîşan kir ku zilam û rayedarên li navçeyê dixwazin ser vê bûyerê bigirin û gotin, li navçeyê bêdengiyek heye.    'DIVÊ RAYEDAR PEYWIRA XWE BIKIN'    Guler Atan a 26 salî diyar kir ku ne tenê li Pêrtagê li tevahiya Tirkiye û cîhanê her diçe taciz û tecawizkirina jina zêde dibe û got, ev bûyer bi awayekî sîstematîk didomin. Atan, destnîşan kir ku ji ber bûyereke wisa xemgîn in û got, lê li kuderê dibe bira bibe divê di warê îstismarkirina zarokan de gel bês erwextkirin. Atan, got: "Divê li dijî van tiştan bên cem hev du û çalakiyan li dar bixin. Divê polîs, rayedara peywira xwe bi cih bînin. Tiştekî wiha nayê qebûlkirin."    'DIVÊ SÛCDAR BÊN CEZAKIRIN'    Çîgdem Erol (40) anî ziman ku ji ber îstismarkirin û detavêtinê bi rihetî nikarin derkevin derve û got: "Êdî em zarokên xwe bi tenê naşînin chekî. Ev bûyer ji zûde hebûye û hê nû aşkere bûye. Her kesî pê dizanibû, lê kesî deng ji xwe nedianî. Lê piştî aşkere bû her kes rabû se rpiya. Lê belê rabûn ser wê girtin. Ev tiştekî şaş e. Diviya em bêdeng nemana. Divê berteka me dewam bikira. Niha her kes xwe li bêdengiyê daniye. Tenê jin bertekê nîşan didin. Lê belê zilam dixwazin pêşiya vê bigirin. Li ser dosyeyê biryara veşarî heye. 'Çi aht serê wan zarokan, rewşa wan çi ye, sûcdar hatin cezakirin, çima daxuyaniyekê dan, çi vedişêrin?' Mafê me heye em van tiştan zanibin. Ji bo careke din heman tişt neqewime divê sûcdar bên cezakirin."    'EM NIKARIN BIAXIVIN'    Aysel Kayiş a 27 salî jî anî ziman ku di demên dawî de li Pêrtag û Xozatê bûyerên îstismarê çê dibin û got, her diçe hejmara van bûyeran zêde dibe. Kayiş, destnîşan kir ku ji ber ku li bajarekî biçûk dijîn ew jin nikarin zêde dengê xwe bilind bikin. Kayiş, bilêv kir ku jinan çalakiyên şermezarkirinê kirine û got: "Tişta giring jî zilamên li çarşiyê ne. Ew her tiştî dibînin. Jin pir naçin çarşiyê. Divê ew di vî warî de bêtir hesas bin. Bi taybetî jî malbat divê pir serwext bin. Gava ser taciz û tecawizek tê girtin tu nikarî deng ji derxî. Gava tu deng deridxî ditepisînin. Hevaleke me ya jin der barê van îstismaran de ji bo emniyetê tiştek gotibû. Rabûn gotin gere lêborînê bixwaze. Yanî em nikarin biaxivin. Ji bo pêşî li van tiştan bê girtin ne tenê jinên Pêrtag û Dersimê jinên Tirkiyeyê giş bên cem hev du. Ser vê bûyer hat girtin."    MA / Ayşe Surme