Midûrê Girtîgeha Aksarayê: Serokwezîr û serokomarê vira ez im! 2020-03-13 09:00:24 MÊRSÎN – Parêzerên ku der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê de raporek amade kirin, diyar kirin ku girtiyên ferzkirina jimariya şipyakî qebûl nakin gardiyan li wan didin, heqaretê li wan dikin û gefan li wan dixwin. Di raporê de hatiye gotin ku girtî nayên tedawîkirin û midûrê girtîgehê ji girtiyan re gotiye: "Parlementer, serokwezîr û serokomarê vira ez im. Bira axayên we werin we ji nav destê min derxin" û gef xwariye.   Di 21'ê Sibatê de 11 girtî ji Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Tarsûsê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê hatibûn kirin. Di dema sewqkirinê de li girtiyan dabûn û hin deverê laşê wan şikandibûn. Bêyî girtî bên tedawîkirin ew xistibûn hucreyan. Li ser vê Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), parêzerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê û parêzerên TUAYDER'ê di 9'ê Adarê de çûbûn girtîgehê. Parêzeran der barê tiştên qewimîbûn de raporek amade kirin.    'HÛN TERORÎST IN'    Di raporê de hatiye diyarkirin ku hevdîtin bi girtî Bîşar Bîlen, Mûhammed Fatîh Bîngul, Nûsret Kaya, Umît Tamûr, Abdûlbakî Aslan, Mehmet Sîraç Aslan, Hukum Ozlu, Selahattîn Dîlek, Mûrat Bîlen, Îhsan Taşdelen, Bahattîn Çelebî û Şerko Genco re hevdîtin hatiye çêkirin. Di raporê de hatiye gotin ku ji ber ku girtî li ber jimariya şipyakî rabûne bi muameleyeke nebaş re rû bi rû mane. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Mûrat Bîlen, Şerko Genco û Bahattîn Çelebî xwestine biçin revîrê, lê belê ji dêvla revîrê ew xistine hucreyan. Di raporê de ev tişt hatine gotin: "Midûrê yekemîn ê girtîgehê û koma pê re gef li wan xwarine, çêr ji wan r ekirine, jimariya şipyakî li wan ferz kirine, pêl serê wan kirine û xwestine li ber midûrê serê xwe bitewînin û midûr ji wan re gotiye, 'Hûn terorîst in, nikarim bi we re bazariyê bikim û li hev bikim. Ez çawa bixwazim wê wiha be. Parlementerê vira jî, serokwezîêr vira jî û serokomarê vira jî ez im. Bira axayên we werin we ji nav destê min derxin."    'NÎZAMA ESKERÎ TÊ FERZKIRIN'    Di raporê de hatiye diyarkirin ku midûr dixwaze tiştên provakatîf bike û girtiyên li ber ferzkirina jimariya şipyakî rabûne jî gef li wan hatine xwarin. Di raporê de hatiye gotin: "Nahêlin girtî di nav hev de tiştan bikirin, ji wan hatiye xwestin gava derkevin korîdorê ber xw ebigirin, gava ew û mehkûmê din leqayî hev bin li hev nenêrin, gava li hev dinerin, ji wan re dibêjin 'çima we li hev mêze kir?' Ji ber vê çêran ji wan re dibêjin, rojnameya Evrensel û Yenî Yaşamê andin wan, pêdiviyên wan ê li kantîna derve nayên kirîn, tiştên ji kantînê dikirin jî pir biha ne, pirtûkên dixwzin an li pirtûkxaneyê tunne an jî nadin wan, midûrê girtîgehê tim li dosyeyên wan dipirse, li cem wan tim çêrî HDP'ê û parêzvanên mafên mirovan tê kirin, radyo û TV'yên ki kirîne nadin wan, ji roja hatine sirgûnkirin tu xeberê ji derve nastînin û eşyayên wan xistine depoyan."    ‘EM ÇAR ROJAN DI NAV TOZ Û HERIYÊ DE RAZAN'    Di raporê de hatiye destnîşankirin ku girtîgeh hê jî wek înşeatekê ye, gava girtî hatine odeyên wan di nav toz û heriyê de bûye û 4 rojan di nav vê toz û dûmanê de raketine. Di raporê de hatiye gotin: "Di hevdîtina me ya bi Bişar Bîlen û Mûhammed Fatîh Bingul re, girtiyan got; ji roja wan anîne di hucreyê de ne, li huchreyên yekkesî jî jimariya şipyakî li wan tê ferzkirin, gava li ber radibin hearet li wan tê kirin, çêr ji wan re tên gotin, gardiyan dikevin milê wan bi zorê wan radikin, du caran li wan dane, wan bi erdê ve kişandin, gava li erdê bûne bi pehîna li wan dane. Qederekê serê Bişar Bîlen û Umît Tamûr li hev xistine, piraniya van tiştan li ber kamerayan hatiye kirin û gava xwestine raporê bigirin ji wan re gotine bişîk tunene. Gava bijîşk hebûne jî rapor nedane wan, gava birînên xwe nîşan dane gardiyanan gotiye ji ser nrêdewanan kketine, rapor nedane wan, mafê wan ê sporê tê binpêkirin, li girtîgehê tecrîd heye û pirî caran mafê wan ê telefonê jî tê binpêkirin û gava di dema lêdanê de li ber xwe dane û dirûşme berz kirine der barê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin."    MA / Ergîn Çaglar