ROJEVA 13'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-13 09:00:19 * Cenazeyên 30 kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji det dabûn, 4 sal in li goristana bêkesan têne sekinandin.  * Dengbêj Aliyê Bîngolî ku ji 10 saliya xwe ve distrê, dibêje: "Gava kilaman dibêjim rihet dibim, kêliyekê be jî derd û xemên xwe ji bîr dikim."    * Polîs, gava rêveber û xwendekarên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê diçin komeleyê li ber deriyê saziyê wêneyên wan digirin.    * Deriyê Sînor ê Xabûrê ji ber vîrusa koronayê hatiye kirin. Ajovanên TIR'an ên bi rojane li ber deriyê sînor hatine sekinandin, bal kişandin ser negirtina tevdîran.    *  Li Pêrtagê, herî kêm 15 zarok bi taciz û tecawizê re rû bi rû mabûn. Di lêpirsîna der barê bûyerê de "biryara veşarî" hê jî didome. Jinan got, bi vî awayî ser bûyerê tê girtin.    * Li Rihayê, ji ber krîza aborî rewşa esnafên Çarşiya Turîstîkê nebaş e. Piştî sala 2019'an wekî "Sala Xerabreşkê" hatibû îlankirin, hêviyek li esnafan peyda bûbû, lê belê esnaf destvala dest bi sala 2020'an kirin.     * Parêzerên ku der barê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê de raporek amade kirin, diyar kirin ku girtiyên ferzkirina jimariya şipyakî qebûl nakin gardiyan li wan didin, heqaretê li wan dikin û gefan li wan dixwin. Her wiha di raporê de hatiye gotin ku girtî nayên tedawîkirin û midûrê girtîgehê ji girtiyan re gotiye: "Parlementerê vira jî, serokwezîêr vira jî û serokomarê vira jî ez im. Bira axayên we werin we ji nav destê min derxin."   * Girtî Serdal Yildirim ê ji sedî 98 felç e û Saziya Tipa Edlî rapora "Nikare di girtîgehê de bijî" daye jî bi hinceta "Ji bo civakê talûke ye" nayê berdan.    * Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, dê li Navenda Giştî civîna hefteyî li dar bixe. (11.00)   * Rêxistinên parêzeran û mafên mirovan ên OHD, ÇHD, THDH û ÎHD, bi boneya binçavkirina parêzerên li Amed, Riha û Şirnexê hatin binçavkirin li Şaxa OHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Odeya Bijîşkan a Stenbolê bi boneya hefteya TIP'ê dê danezana Hekîman a sala 2020'an li pêş Bîrdariya Ataturk a Taksîmê bi raya giştî re parve bikin. (12.30)    *  Rêxistinên hiqûqê yên OHD, ÇHD'ê li dijî binçavkirina 13 parêzerên li Amed û Rihayê, dê li pêş Edliyeya Çaglayan a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Jinên Hiqûqnas ên Baroya Stenbol û Navenda Mafên Mirovan dê li Baroya Stenbolê mafê mirovan û binpêkirna mafan niqaş bikin. (17.00-19.00)      * Endamê HDP'ê Ahmet Kaya yê ji aliyê kesên xwe wekî "endamê îstîxbaratê" pênase kir û xwestin bibe sûxur, dê li Navenda Giştî ya Mafên Mirovan daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)   * Baroya Amedê dê ji bo faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî bê berdan, li pêş Edliyeya Amedê çalakiyê li dar bixin. (13.30)     * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê bi boneya binçavkirina Hevşaredara Cizîrê Berivan Kutlu şermezar bikin dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (13.00)   * Baroya Rihayê bi boneya binçavkirina parêzerên li Rihayê şermezar bikin dê li pêş avahiya Baroyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)