Îdîanameya Rojnameger Ataman 20 meh şûnde amadekirin 2017-12-17 11:25:16 AMED - Îdîanameya Nûçegihanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman 20 meh şûnde hat amadekirin. Derket holê ku piştî Ataman hat girtin û şûnde delîl hatine komkirin û hatine avakirin.    Îdîanameya Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin, Ziya Ataman ê di 11'ê Nîsana 2016'an de hat binçavkirin û girtin piştî 20 mehan girtî ma hêj nû hat amadekirin. Rojnameger Ataman di 11'ê Nîsana 2016'an de dema li Wanê rojnamegerî dikir hat binçavkirin. Ataman 20 meh berê bi îdîaya “Yekîtî û tevahiya dewletê xera kiriye", “Hewldana kuştina peywirdarê dewletê ya bi plan" "Hewldana zerar bide malê cemaweriyê" û "Teqemenî bi kar anîye" der barê wî de doz hat vekirin. Îdîaname ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Yekemîn danişîna doza Rojnameger Ziya Ataman ê hêj li Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind a Wanê girtî ye dê di 2'ê Adara 2018'an de bê dîtin.    Xizmê Ziya Ataman ê bi navê K.A.  li midûriyeta polisan di bin zorê de îfade dabû. K.A. di îfadeyê de gotibû di çalakiya endamên PKK'ê ya 25'ê Îlona 2015'an ku xwestin li dijî midûriyeta polîsan û cendirmeyn pêk bîne Ataman jî hebû. K.A, diyar kiribu ku Necmettin Ataman, Ziya Ataman û Ugur Ataman û Bengin Ataman bi xwe ji min re gotin. K.A. di 20'ê îlona 2016'an de daxwazname dabû Serdosgeriya Komarê ya Şirnexê û diyar kiribû ku di bin zext û zorê de êfade daye û îfadeya xwe paşve kişandibû.