Piştî 96 rojan cenazeyê Eryilmazê spartin axê 2020-03-12 23:09:03 AMED - Malbata Eryilmaz, piştî 96 rojan cenazeyê keça xwe Zehra Eryilmaz spart axê. Eryilmaz, di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Eryilmaz, cenazeyê keça xwe Zehra Eryilmaz a HPG’yî piştî 96 rojan spart axê. Eryilmaz, di 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şenê di operasyoneke eskerî de tevî çar hevalên xwe jiyana xwe ji dest dabû.    Îro Serdozgeriya Mûşê telefonî malbata Eryilmaz kir ku biçin cenazeyê xwe ji morga Tiba Edlî ya Meletiyê bigirin. Li ser vê yekê malbat û Rêveberên MEBYA-DER’ê çûn Meletiyê. Piştî ku cenaze ji morgê wergirtin, ji bo wecîbeyên olî pêk bînin anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dûre cenaze ji nexweşxaneyê wergirtin û heta goristanê di bin dorpêça maşîneyên zirxî yên polîsan de birin Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê. Li vir polîsan ji derveyî malbatê nehişt kes beşdarî merasîma cenazeyî bibe. Malbatê cenazeyê xwe saet di 22.30’an de spart axê.   Endam û rêveberên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA –DER), Komeleya Alikariyê ya Malbatên Girtiya (TUAY-DER), endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeya Peyasê û bi dehan welatî li pişt dorpêça polîsan ji derveyî goristanê piştgirî dan malbatê.   Malbat dê sibê şîna keça xwe li Mala Şînê ya Farqînê ya Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê deyne û dê şîn sê rojan bidome.   Malbatên endamên HPG’ê Erdal Tekay, Musa Kalkan, Suleyman Çinar û Melîk Bal jî berê cenazeyên zarokên xwe girtibûn û defin kiribûn.   Her wiha dayika Eryilmazê roja duşemê li ÎHD'ê daxuyanî dabû û gotibû heta 6-7 rojan cenazeyê keça wê nedin, wê dest bi greva birçîbûnê bike.