Rêxistinên tenduristiyê dê bi wezîr Koca re hevdîtinê bikin 2020-03-12 16:16:59 ENQERE – Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyAê dê saet di 19.00’an de bi Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re hevdîtinê pêk bînin.  Konseya Navenda Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) ragihand ku civîna ku dê berê bi Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca re pêk bianîna û ji aliyê Koca ve hatibû betalkirin, dê îro êvarê saet di 19.00’an de pêk bînin. Hevdîtin dê li avahiya Wezareta Tenduristiyê pêk were.    Rêveberên TTB, Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî  (SES), Yekîtiya Hekîmên Diransazên Tirk, Sendîkaya Tenduristiyê ya Karkerên Şoreşger (Dev Saglik Sen),  Odeya Hekîmên Beytar ên Enqereyê, Komeleya Hemşîreyên Tirk û gelek rêxistinên din ên tenduristiyê beşdarî civînê bibin.