3 ciwanên HDP’î hatin berdan 2020-03-12 16:07:36   EDENE - 3 endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê yên Edenê hatin berdan.    2’yemîn danişîna doza bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” a derbarê 5 jê girtî 26 endamên Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê hatibû vekirin, hat lidarxistin. Danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Edenê hat dîtin. Ciwanên girtî tên darizandin Halît Şaşmaz, Bûrhan Erol, Selma Şeng, Nûda Dogan û Saadet Çelîk û hin ciwanên ne girtî tên darizandin beşdarî danişînê bûn. Parêzerên ciwanan tevlî danişînê bûn û hin kesên xwestin danişînê bişopînin destûr ji bo wan nehat dayîn.    Ciwanan, sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin û beraeta xwe xwestin. Parêzeran jî beraeta muwekîlên xwe xwestin.    3 CIWAN HATIN BERDAN    Dozgerê îdîayê, xwest ku dadgeh biryara dewamkirina girtina ciwanên girtî dewam bike, bide.    Şandeya dadgehê, piştî navberê biryara serbestberdana Şaşmaz, Şen û Çelîk da. Dadgehê derbarê Dogan û Erol de jî biryar da ku girtina wan dewam bike.