HDP ji bo ‘Vîrûsa Corona' kom bû: Dê biryara Newrozê aşkere bike 2020-03-12 15:53:27 ENQERE - MYK ya HDP'ê bi rojeva awarte civîn li dar xist. HDP'ê diyar kir ku ji ber Vîrusa Corona dê têkildarî pîrozkirina Newrozê biryarê bidin.  Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya demokratîk a Gelan (HDP), bi rojeva awarte li navenda giştî civîn li dar xist. Civîn di serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar de pêk hat. Lijneyê bi rojeva vîrûsa corona ku li cîhanê belav dibe û cezayê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mızrakli hatiye birîn kom bûn. Di rojeva civînê de rojnamegerên ji ber ku nûçeya endamên MÎT'ê hatin girtin û binçavkirina parêzeran hebû. HDP piştî kom bûn ê der barê pîrozkirina Newrozê de jî biryarê bid8e.    MA / Berivan Altan