Oflas: Dosyaya Turfent wekî ezmûneke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû 2017-12-17 11:06:18 WAN - Parêzer Bariş Oflas dosyaya rojnameger Nedîm Tufrent ê herî dawî 8 sal û 9 meh ceza lê hat birîn nirxand, aşkera kir ku delîl ji meqama parastinê hatine revandin û wiha got: "Dosyaya Turfent wekî ezmûmeke azadiya çapemeniyê li pêşberî Tirkiyeyê bû."   Ruxmê hemû delîl vala derketin jî di rûniştina 5'emîn a dozê de, dadgehê 8 sal û 9 meh ceza li rojnameger Nedîm Turfent birîn û bertekên di vî warî de zêde dibin. Parêzerê Turfent Bariş Oflas diyar kir ku Turfent di 13'ê Gulana 2016'an de hatiye girtin û 19 mehe di girtîgehê de ye, bêhiqûqiya di dozê de nirxand.   'DELÎL HATIN REVANDIN'   Oflas destnîşan kir ku ruxmê hemû zextên li ser Turfent jî gel azadiya remanê û rojnamegeriya civakê qebûl dike û wiha axivî: "Sedemeke herî girîng a darizandinê, îdayên der bare Turfent de bûn. Îfadeyên 22 kesan ên der barê miwekîlê min de ne li gorî hiqûqê ye. Em dizanin ku Turfent di nav rojnamegerên girtî de cihekî girîng digire. Hem nûçeyên ku çê dikir û hem jî dema li Geverê qedexe dewam dikir, agahiyên li herêmê parve kirin. Roja ku Nedîm nûçe çê dikir, heta roja hat girtin jî di bin gefan de bû. 586 roj e Nedîm girtî ye. Pêvajoya darizandinê dirêj ajot ev jî binpêkirina maf e. Di nav delîlên şênber ên di îdianameyê de, îfadeyên 22 kesan ên vekirî hene, 19 ji van li pêşberî dadgehê aşkera kirin ku wan di bin îşkenceyê de ev îfade îmze kirine. Ji xwe dirêjbûna dosyayê ji ber îfadeyên şahidan bû. Ji 22 kesan tenê îfadeya 2 nehat girtin, ji vana yek li derveyê welat e û yek jî wanda ye. Delîl hatin revandin."   'DEMA ÎDIANAME VEBÛ ŞAHIDÊ NEPEN TUNE BÛ'   Oflas da zanîn ku ruxmê hemû gefan jî Turfent li Geverê nûçe çêkiriye û wiha got: "Ji ber nûçeya 'Hûnê hêza tirk bibînin' Nedîm hedef hat nîşandan. Hesabên aydê JÎTEM'ê gef li Nedîm xwarin. Piştî van nûçeyan, wêneyên Nedîm dan ber wêneyên endamên YPS'ê û gefa kuştinê lê xwarin. Dema Nedîm hatibû binçavkirin, tûrik xistibûn serê wî û xwestibûn wî di cihekî bilind de bavêjin. Nedîm bi xwe jî ev hemû li dadgehê gotin. Dema îdianame vebû, şahidê nepen tune bû, piştî wê lê hat zêdekirin. Ji 19 kesên pêşberî dadgehê îfade dan, tenê kesekî got 'Ez nas dikin.' Lê kesê wekî şahid dan nîşan, gelek caran di dosyayên cuda de îfadeyên bi nakok dane û aşkera kiriye ku wî derman jî vexwariye. Me ev agahî jî pêşkêşî dadgehê kir û xwest îfadeyên vî kesî neyên qebûlkirin. Gelek ji wan nizanibûn ku Nedîm rojnameger e."   Oflas diyar kir ku di makeqanûnê de tê gotin ku divê rojnameger bên parastin û wiha pê de çû: "Ji Star TV'yê rojnameger Nazli Çelîk jî çû Geverê û di bin ewlehiya polîs û leşkeran de nûçe çêkir. Ya rast tişta bê kirin ev e. Ji ber ku xala 28'an a makeqanûnê dibêje ku divê azadiya çapemeniyê bê sazkirin. Lê cihê ku divê Nedîm bê parastin, tu ewlehiya wî negirtin. Miwekîlê me bi veşarî nûçeyên xwe çêdikirin."   OFLAS: SILAVÊN TURFENT JI HER KESÎ RE HENE   Oflas derbirî ku dê îdianameya der barê Turfent de tenê dosyayeke rojnamegeran negirin dest û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dosyaya Turfent li pêşberî Tirkiyeyê wekî ezmûneke azadiyê bû. Di pêvajoya derbasbûyî û serdema qedexeya derketina derve de, çiqas pêwîstî bi azadiya çapemeniyê henû, bi zelalî hat dîtin. Em wekî parêzerên dozê, em ê di nava 7 rojan de serî li dadgeha îstînafê bidin û ji biryarê re itiraz bikin."   Oflas herî dawî got ku Turfent di serî de ji hemû hempîşeyên xwe, hêzên demokrasiyê re peyamek şandiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di 18 mehên girtîgehê de, li cîhanê û li Tirkiyeyê piştgiriyên ku ji bo Nedîm hatin, gelekî ew kêfxweş kirin. Piştî danişînê got ku 'Ez ji her kesî name dixwazim.' Hem ji derve û hem jî ji hundur piştgiriyê ji hevrêyên xwe dixwaze. Dê piştgiriya ji bo rojnamegeran gelekî bi wate be."   MA / Nîmet Olmez