Polîsê Abdullah Comert kuşt hat girtin 2020-03-12 15:51:51   STENBOL - Polîs Ahmet Kûş ê di dema berxwedana Geziyê de Abdullah Comert kuşt, hat girtin.     6 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê li berûsê Abdullah Comert ê di dema berxwedana Gezî ya li Hatayê hat kuştin polîs Ahmet Kûş hatibû birin, hat erêkirin.    Dadgeha Bilind, 6 sal, 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê yê sûcdariya “bi zanebûn kuştinê” li bersûc polîs Ahmet Kûş hatibû birîn erê kir. Kûş piştî erêkirina biryara Dadgeha Bilind hat girtin û şandin girtîgehê. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê, berê derbarê polîsê bersûc de bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” 13 sal û 4 meh cezayê girtîgehê birîbû. Lê Dadgeha Bilind ev ceza betal kiribû.    Parêzera malbatê Hatîce Can, biryara derbarê polîsê bersûc de hat dayîn li hesabê xwe yê Twîtterê ragihand.