Êrîşî avahiya HDP’ê ya Keçîorenê kirin 2020-03-12 14:29:25   ENQERE - Kesên nasnameya wan ne diyar êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Keçîorenê kirin. Êrîşkaran çamên avahiyê şikandin û ala tirk bi avahiyê ve kirin.    Kes, an jî kesên nasnameya wan ne diyar êrîşê avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Keçîorenê ya Enqerê kirin. Êrîşkaran çamên avahiyê şikandin, alên partiyê çirandin, nîşeya “Sivalên wan hene” ya navên leşkerên li Idlibê hatin kuştin li ser nivîsandibû û ala tirk bi avahiyê ve kirin. Êrîşkaran kamerayên ewlekariyê jî, şikandin.