TUAY-DER: Divê tecrîdkirina birêz Ocalan demildest were bidawîkirin 2020-03-12 13:43:45 AMED – Endama TUAY-DER’ê Sonbahar Orak di daxuyaniya têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da û got: “Pêwîste bi lezgînî tecrîdkirina birêz Ocalan were bidawîkirin.”    Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveber û endamên MED-TUHAD-FED, Komeleya 78’an, MEBYA-DER, HDP beşdarî civînê bûn. Di civînê de daxuyanî ji aliyê endama TUAY-DER’ê Sonbahar Orak ve hat xwendin.   Balkêş bû ku polîsan bi maşîneyên zirxî derdora avahiya TUAY-DER’ê dorpêç kiribû.    Sonbahar Orak bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Hevdîtina ku di 3’ê Adarê 2020’an de pêk hat, hevdîtinek pir girîng e lê em dizanin ku piştî vê hevdîtinê tecrîdkirina birêz Ocalan nehatiye rakirin. Pêwîst e ku tecrîd bi awayekî lezgînî rabe û birêz Ocalan bi parêzer, malbat û vasiyê xwe re bikaribe hevdîtinê pêk bîne.”    ‘BILA SAZIYÊN EWROPA PEYWÎRA XWE BICIH BÎNIN’    Orak da zanîn ku tecrîd li ser hemû qadên jiyanê belav bûye û got: “Em li ser navê TUAY-DER’ê dibêjin ku îro tecrîda di şexsê birêz Ocalan de li ser her girtîgehê, li ser welat û li her qadên jiyanê berdewam dike. Ev tecrîd hem li gorî qanûnên Tirkiyeyê hem jî li gorî qanûnên navnetewî sûc e. Ji bo vê jî em bang li Wezareta Dadê dikin ku demildest dawiyê li vê dijhiqûqiyê bîne. Bi taybetî jî em bang li Parlementoya Ewropayê, Netewêyên Yekbûyî û CPT’iyê dikin ku peywira wan çi be bi lezgînî pêk bînin.”    BANA BAŞKIRINA ŞERTAN KIR    Orak di dawiya axaftina xwe de qala hewcebûna hevdîtinên ku rê li ber muzakereyan veke kir û got: “Di serî de hewceye şert û mercên Îmraliyê û yên hemû girtîgehan yên giran ji holê werin rakirin. Em ê şopînerê vê mijarê bin. Em ji saziyên sivîl, partiyên siyasî ji hemû derdorên ku aştiyê dixwazin re bang dikin ku piştgiriyê bidin vê berxwedana me.”