SOHR: Baregeha Heşdî Şabî hat bombekirin 2020-03-12 12:32:57   QAMIŞLO - SOHR, ragihand ku baregeha Heşdî Şabî ya li ser sîronê Sûriye û Iraqê hat bombekirin û 18 kes hatin kuştin.    Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku li herêma Bokemal a dikeve aliyê rojhilatê Sûriyê ku nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê ye, di encama bombardomanê balafiran de 18 leşkerên Heşd  Şabî hatin kuştin.   SOHR`ê ragihand ku di encama bombebarana 3 balafiran barageha Îmam Elî û herêma Hisyan a herêma Bokemalê ya nêzî sînorê Sûriyê-Iraqê, 18 leşkerên Heşed El-Şabî hatin kuştin. Barageha Îmam Elî milîsên Îranê wekî barageheke leşkerî bi kar tînin.   Piştî ketina 18 moşekan li ser bargeha Tacî ya bakurê Bexdadê ku leşkerên amerîkî têde hebûn û di encamê de, du leşkerî amerîkî, leşkerekî birêtanî û karbesekî amerîkî, li dijî Heşd El-Şebî êriş pêk hat.