Ji bo Newroza Amedê serlêdan hat kirin 2020-03-12 12:00:25 AMED – Li Amedê, ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên 21’ê Adarê serlêdan hat kirin.  Cejna Newrozê ya bi şîara “Ji bo azadî, yekitî, demokrasî” li Amedê bê pîrozakirin, wê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê bê lidarxistin. 7 kes ji bo Komîteya Amadekar a Mîtînga Newrozê ya di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin, hatin diyarkirin. Komîteya amadekar ji bo pîrozbahiya Newrozê li Walîtiya Amedê serlêdana fermî kir.    Walîtî wê di rojên pêş de bersivê bide serlêdana komîteyê.