Dr. Gungor: Navendên testa vîrûsê kêm in 2020-03-12 11:39:50 ENQERE - Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Selma Gungor, anî ziman ku navendên testa vîrûsa Corona lê tê kirin kêm in û xwest mekanîzmaya ku welatî bê pere lê bên testkirin bê avakirin.    Piştî vîrûsa Corona (Kovid-19) li Çînê derket holê û li tevahiya cîhanê belav bû, heta niha li tevahiya cîhanê 4 hezar û 638 kes mirin. Li gorî daneyan heta niha li tevahiya cîhanê ev cîrûsa Corona li ser 126 hezar kesan hat dîtin. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiye di kesekî de vîrûs hatiye dîtin. Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Selma Gungor, anî ziman ku navendên testa vîrûsa Corona lê tê kirin kêm in û xwest mekanîzmaya ku welatî bê pere lê bên testkirin bê avakirin. Gungor, xwest tedbîrên li dijî vê vîrûsê bên zêdekirin û wiha got: “Divê der barê vîrûsa Corona de agahiyên zelal bên dayîn. Divê cihê ev nexweşî lê hatiye dîtin bê aşkerekirin. Divê kesên 14 rojan bi kesên vîrûs gihiştiye re xebitîne têxin bin karantînayê. Li Tirkiyeyê testên ji bo Kovid-19'ê ten kirin niha tenê li Enqere, Stenbol û Erziromê li 3 navendan tên kirin. Ev navend kêm in. Divê ev navend bên zêdekirin. Ev vîrûsa ku îro hat dîtin, 5 roj şûnde dibe ku li ser hezaran kesan bê dîtin. Ji ber vê yekê divê navendên testê bên zêdekirin. Divê bi lez ev kesên bi vê nexweşiyê bên tespîtkirin û parastin.    ‘DIVÊ JI BO TEDBÎRÊ MALZEMEYÊN BÊ PERE BÊN BELAVKIRIN'   Gungor, ji bo parastin û tedbîrê jî axivî û wiha bi dawî kir: "Divê bi taybetî li nexweşxaneyan giranî bidin paqijkirin û dezenfektanan. Li nexweşxaneyan mikrop zêde ye. Divê zêde dest bên şuştin. Ev vîrûs bi rêya hewayê derbas dibe. Ji ber vêyekê divê kesên bi vê nexweşiyê teqez maske girê bidin. Divê kesê maske dixin devê xwe tenê bi benê wê bigirin û derxin. Dema derxistin jî raste rast bavêjin sepeta çopê. Divê şîrketên hilberîna van malzemeyan belav dikin, divê hilberînê zêde bikin. Divê ev malzemeyên parastinê bê pere li gel bên belav kirin.    MA / Zemo Aggoz