'Duh kontra-gerîlla bû îro DAİŞ e' 2020-03-12 10:16:00 STENBOL - Li Tirkiyeyê di ser komkujiya Gazî ya li dijî elewiyan pêk hat re 25 sal borîn. Lê hêj rastiya li pişt berdê nehatiye ronîkirin. Mexdûrên komkujiyê gotin "Tenê dewlet dikare vê yekê bike". Parêzeran jî anîn ziman ku kujer tên guhertin, lê pergal û mekanîzmayên biryarê nehatine guhertin û rastiya vê yekê di komkujiya Pirsûs û Enqereyê de veşartiye.  Heta niha li dijî elewiyan gelek komkujî pêk hatin.  Di sala 1978’an de li Mereşê, di sala 1980’an de li Çorûmê, di sala 1993'an de li Sêwasê elewî rastî êrîşan hatin. Herî dawî di sala 1995'an de li Gazî ya Stenbolê elewî rastî komkujiyê hatin. Di 12’ê Adada 1995’an de li taxa Gazî ya Stenbolê li dijî elewiyan komkujî pêk hat. Di ser komkujiyê re 25 sal derbas bûn. Kesên nediyar 25 sal berê 12’ê adara 1995’an, li taxa Gazî ya Stenbolê qehwexaneyên Dostlar û Yavuz Kardeşler yên  xelkê elewî lê rûdiniştin, gulebaran kiribûn. Di êrîşê de pîrê elewiyan Xalîl Kaya hat kuştin û 25 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşê jî, erîşkaran bi texsiyeke bazirganî ji cihê bûyêrê reviyan, piştre jî ajokarê texsiyê Mesut Efe jî kuştin û agir berdan texsiya wî. Li ser vê êrîşê xelkê taxa Gazî ber bi qereqola polêsan ya li taxê ve meşiya. Lê vê carê jî polêsan gulle reşandin û Mehmet Gunduz jiyana xwe ji dest da.   Vê êrîşê hêrsa gel zêdetir kir û dora rojê, bi 10 hezaran kes hem ji bo cenazeyan wergirin hem jî, ji bo êrîşê protesto bikin ber bi qereqolê ve dîsa meşiyan. Lê polêsan dîsa bi çekan bersiv dan û di vê gullebaran û êrîşa ku heta êvarê dewam kir, 12 kes hatin kuştin. Di buyerên 2 rojan de, li taxê bi giştî 17 kes hatin kuştin. Bi sedan kes jî birîndar bûn. Piştî komkujiyê jî hem li taxa Gazî hem jî li gelek deverên din bi rojan serhildan hebû. Li navçeyekî din ya Stenbolê jî hêzên polîsan êrîşî çalakiyê kirin û 5 kes jî li wir qetil kirin. Di tevahiya bûyeran de, li gorî hejmarên fermî 23 kes hatin kuştin. Der barê vê komkujiyê de tam piştî 2 sal û nîvan doz hat vekirin lê ev doza ku di navbera Stenbol, Rîze, Trabzon û Enqerê de hat û çû, bi awayekî bê encam bi dawî bû. Dosgerê Eyûbê der barê 20 polîsan de bi îdîaya "Sînorê parastinê derbas kirine û bi şiklê faîl bellî be mirov kuştine" doz vekir. Li Dadgeha Cezayên Giran a Eyupê doz hat vekirin. Piştre bi hinceta ewlehiyê doza dosyayê birin Dadgeha Trabzonê. Darizandina du ki 11'ê Îlona 1995'an de li Dadgeha Cezayên Giran a Trabzonê dest pê kir, 5 sal şûnde danişîna 31'an hat dîtin û di 3'ê Adara 2000'an biryar hat girtin. Di darizandina 20 polîsan de 18 polîsan beraet kir û 2  polîs rastî 4 sal û 32 meh ceza hatin.    DMME TIRKIYE MAHKÛM KIR    Piştî di 11'ê Tîrmeha 2002’an de dadgehê biryar erê kir, xizmên 23 kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Di encama darizandinê de dadgehê di 27'ê Tîrmeha 2005'an de biryar da û ji bo 12 kesên li Gazî jiyana xwe ji dest dan û 5 welatiyên li Umraniyeyê hatin kuştin, xwest tazmîmat bê tayîn. Dadgehê ji bo 17 kesên jiyana xwe ji dest da xwest ji bo her kesekî 30 hezar Euro tazmîmatê bidin malbatan. DMME Tirkiye bi giştî mahkûmî 510 hezar Euro kir.    5 ROJ MABÛ DEM DI SER DOSYAYÊ RE DERBAS BIBE DOZ VEKIRIN   Parêzerên malbatan têkildarî êrîşa li Umraniyeyê xwestin doz bê vekirin û serî li Dozgeriya Komarê ya Umraniyeyê dan. Dosya 10 salan hat rawestandin. Di sala 2015'an de 5 roj mabû ku dem di ser dosyayê re derbas bibe dosya qebûl kirin û doz vekirin. Yekemîn danişîna dozê di 14'ê Kanûna 2018'an de dest pê kir û hêj didome. Di ser bûyere re 25 sal derbas bû, lê hêj faîl nehatine dîtin û nehatine darizandin. Têkildarî pêvajoyê parêzerên dozê nirxandin kirin.    ‘25 SALIN MALBAT DI NAVA ÊŞÊ DE DIJÎN'    Mexdûrên komkujiyê Şazîmet Şîmşek, diyar kir ku hat belgekirin ku keça wê ji aliyê polîs Adem Albayrak ve hatiye kuştin û wiha got: "Li gori lêkolînên balistik hat tespîtkirin ku keça min ji aliyê Adem Albayrak ve hatiye kuştin. Lê bi cilê qatlix (bedl) derket pêşberî dadger û got ‘Ez ê dîsa nîşanî we bidim' gef xwar. Ji bo komkujiyek wisa tenê dewlet dikare bike."    'DEWLET KESÊN KOMKUJÎ KIRINE NAS DIKE'    Bavê Sezgin Engin ê ku di komkujiyê de ji yana xwe ji dest da Mahmut Engin jî anî ziman ku kurê wî di bûyerê de birîndar bû û ji ber zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Ergîn, da zanîn ku piştî kurê wî hat kuştin jî polîsan gelek caran bi ser mala wan de girt û ew bêzar kir û wiha got: "5 zarokên min hebûn. Yek kuştin. Gelek êş û jan bi me kişandin. Em edaletê dixwazin. Dewlet kesên ku komkujî kirine nas dike."    'ÇIMA GAZÎ'      Serokê Cemxaneya Şehîdên Gazî û Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) ya Sultangazî Goksel Fîdan anî ziman ku bi vê komkujiyê xwest Elewî û Sûniyan bîne hemberî hev û wiha got: "Ev komkujî raste rast ji aliyê dewletê ve pêk hatiye. Komkujiyên bi vî rengî armanc dike ku yekîtî û tevahiya civakê belav bike. Çima ev êrîş û çima li Gazî. Bi mafya, tiryak, çete, fihûş û diziyê dixwazin taxê belav bikin. Me gelek ciwanên xwe di nava van çeteyan de winda kir. Lê 25 salin em bi vîn û ruhê berê li hemberî vê komkujiyê têdikoşin. Ji bo em li dijî komkujiyên pêkan rê bigirin, divê em tev bibin yek û bi hevre li hemberî van bûyeran têbikoşin."    PRZ. KAZMAZ: QÛTÛYA REŞ HANEFÎ AVCI YE    Parêzerê doza komkujiyê Remzi Kazmaz jî anî ziman ku Doza Gazî ji taxa Gazî dest pê kir û heta Trabzonê  8 salan berdewamkir û wiha got: "Em di doza xwe ya mafdar de mexdûr bûn. Me piştre dosya bir dadgeha bilind û DMME'ê. Herî dawî Tirkiye mahkûm bû. Piştî bûyera 'Çeteyên Susurlukê' pêk hat, Komîsyona  Lêkolîna Meclîsê hat avakirin. Komîsyonê xwest Serokê Daîreya îstîxbaratê yê Midûriyeta Giştî yê Polîsan Hanefî Avcî wekî şahit bê guhdarkirin. Lê ev daxwaz bi dehan caran hat redkirin. Di vê dozê de qûtûya reş Hanefi Avci ye. Gur ku Hanefi Avci wekî şahid bihata guhdarkirin dê hemû hûrguliyê doza Gazî bihata ronîkirn."    Parêzerê dozê Gulizar Tuncer jî anî ziman ku komkujiya li Gazî pêk hat, berdewama komkujiyên li Kurdistanê bû û wiha got: "Ji ber ku welatparêz li taxa Gazî dijiyan. Kesên çepgir, kedkar, li vir bûn. Ji ber vê yekê li vir komkujî pêk hat. komkujî raste rast bi destê dewletê pêk hat. Lê der barê berpirsiyarê esil de lêpirsîn nehat vekirin. Gotinên Hanefî Avci yê wê demê girîng bûn. Avci bi sifata Serokê Daîreya Îstîxbaratê got Mahmut Yildirim (Yeşîl) û hevkarê wî kirine. Avci dîsa diyar kir ku Yildirim li taxa Gazî biryargeh ava kiriye. "    Tuncer, anî ziman ku têkildarî dozê nêzî 200 polîs ji nuve hatin darizandin û li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kartal a Anadolu didome û wiha bi dawî kir: "Dixwazin vê dozê jî wekî dozên din bincil bikin û dem di ser re derbas bikin. Kesên esil berbirsiyar der barê wan de doz nayê vekirin. Ger ku têkildarî vê dozê der barê polîsan de 5-10 sal ceza hatibûya birîn jî îro tiştek nedihat guhertin. Ji ber ku wê demê dewletê kontra-gerila dikirin maşik îro DAİŞ’ê dikin maşik. Îro komkujiyên GAR û Pirsûsê bi destê DAÎŞ'e hatin kirin. Kujer tên guhertin lê pergal nehat guhretin. Yên duh komkujî kirin kontra-gerilla bû îro DAİŞ e. Yên komkujiyê dikin tên guhertin, lê mekanizmaya biryarê nayên guhertin."    MA / Naci Kaya - Mehmet Aslan