Dadgehê got rêveberiya HDP'î mafdar e 2020-03-12 09:05:16   MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, qeyûm hin kesên din dabûn ser hin daîreyan. Lê belê piştî HDP'ê cardin şaredarî bi dest xistibû, rêveberiya HDP'î kesên qeyûm ew danîbûn ser daîreyan ji serokatiya daîreyan girtibû. Kesên ji daîreyan hatibûn girtin jî serî li dadgehê dabûn, lê belê dadgehê di biryara xwe de got, rêveberiya HDP'î mafdar e. Lê belê qeyûm berevajî vê tev geriya û erka kesên bêrîtiya wan bi belgeyan hatibû piştrastkirin zêdetir kir.    Piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP'ê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bi dest xistibû, kesên di dema qeyûm de bûbûn serokên daîreyan ji serokatiya daîreyan hatibûn girtin. Piştî vê Seroka Daîreya Parastina Hawirdorê Fusun Karaboga, Serokê Daîreya Lênihêrîna Rêyên Bejsahiyî Sînan Yildirim û Serokê Daîreya Gihaniyê Erol Bele ji bo biryara hatiye girtin bê raswetandin serî li Dadgeha Îdare ya Mêrdînê dabûn. Dadgeha Îdareya ya 1'emîn a Mêrdînê jî serlêdana wan nirxand. Dadgehê di biryara xwe de diyar kir ku biryara ku Hevşaredar Ahmet Turk girtiye li gor hiqûqê ye.    Piştî di 19'ê Tebaxê de qeyûm hat tayinkirin Erol Beşe teqawid bû. Lê belê Qeyûm Walî Mûstafa Yaman erka her du kesên din zêdetir kir. Qeyûm Fusun Karabogaya ku berê bi belgeyan hatibû piştrastkirin ku bêrêtî kiriye, danî ser Daîreya Parastina Hawirdorê. Her wiha qeyûm karabogayê danî ser Serokatiya Daîreya Ghaniyê û Midûriyeta Nivîsgehê jî.    Sînan Yildirim jî piştî qeyûm hat tayinkirin, qeyûm ew kir Serokwekîlê Şîrketa Anonîm a Kentê. Her wiha qeyûm Yildirim danî ser Serokatiya Daîreya Karên Fenê jî.    Di dema qeyûmê ewil de derketibû holê ku Yildirim di 10 îhaleyan de 352 milyon û 453 hezar û 738 TL bêrîtî kiriye û der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin.