ROJEVA 12'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-12 09:00:22 * Piştî qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, qeyûm hin kesên din dabûn ser hin daîreyan. Lê belê piştî HDP'ê cardin şaredarî bi dest xistibû, rêveberiya HDP'î kesên qeyûm ew danîbûn ser daîreyan ji serokatiya daîreyan girtibû. Kesên ji daîreyan hatibûn girtin jî serî li dadgehê dabûn, lê belê dadgehê di biryara xwe de got, rêveberiya HDP'î mafdar e. Lê belê qeyûm berevajî vê tev geriya û erka kesên bêrîtiya wan bi belgeyan hatibû piştrastkirin zêdetir kir. * Li Tirkiyeyê di ser komkujiya Gazî ya li dijî elewiyan pêk hat re 25 sal borîn. Lê hêj rastiya li pişt berdê nehatiye ronîkirin. Mexdûrên komkujiyê gotin "Tenê dewlet dikare vê yekê bike". Parêzeran jî anîn ziman ku kujer tên guhertin, lê pergal û mekanîzmayên biryarê nehatine guhertin û rastiya vê yekê di komkujiya Pirsûs û Enqereyê de veşartiye.    * ÇAYKÛR ji bo tercîha kurdan a çayê biguherîne her çiqas di pêşkêşiya Çaya GAP’ê de bi ser neket jî niha jî bi Çaya Mezopotamyayê şansê xwe diceribîne. Tiryakên çayê yên li bajarên Kurdistanê didin zanîn ku wê ÇAYKÛR nikaribe tercîha wan a çayê biguherîne.    * Li Şirnexê ku her diçe betalî zêde dibe, piştî deriyê sînor hat girtin rewşa xirabtir bûye.    * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê têkildarî bernameya Newrozê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)   * Heyeta Şopandina Greva birçîbûnê, dê têkildarî tenduristiya endamên Grup Yorum û Mustafa Koçak û daxwazên Helin Bölek û Îbrahim Gokçek, li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Sazî û rêxistinên Elewî, dê têkildarî salvegera komkujiya Gazî li Cemxaneya Gazî kom bibin û heta gora kesên jiyana xwe ji dest dane bimeşin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Îzmirê dê têkildarî bernameya Newroza 21'ê Adarê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)