WHO vîrûsa corona nexweşiya kurevî ilan kir 2020-03-11 20:55:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) vîrûsa Corona ku li cîhanê belav dibe wekî Nexweşiya Kurevî ango 'pandemî' îlan kir.    Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Vîrûsa Corona (Covîd 19) wekî nexweşiya kurevî (Şewba Kurevî) ango "Pandemî" îlan kir. WHO di sala 2009'an de nexweşiya Şewba domiz jî wekî pandemî ilan kiribû. Li gorî pisporan bi sed hezaran kes ji ber şewba domiz jiyana xwe ji dest dan. Li gorî WHO ji bo nexweşiyek wekî pandemî bê îlankirin divê vîrûsek nû be, zû derbasî mirovan bibe û belav bibe, Bê navber belav bibe.  Herî dawî li 119 welatan hat dîtin û 4 hezar û 291 mirovî ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan.