Mîtînga Spî ji ber vîrûsa Corona betal kirin 2020-03-11 15:45:59 ENQERE - Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê daxuyanî dan û diyar kirin ku wan Mîtinga Spî ya di 15'ê Adarê de li Enqereyê pêk bianîna ji ber vîrûsa coronayê betal kirine.    Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê piştî duh Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da û diyar kir ku kesek bi nexweşiya vîrûsa corona (Kovid-19) ketiye, daxuyanî dan û diyar kir ku wan Mîtînga Spî ya ku di 15'ê Adarê de pêk bianîna betal kirine. Rêxistinên tenduristiyê li Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Lêkolîna Vîrûsa Corona ya TTB'ê Prof. Dr. Ozlem Azap tev li civînê bû. Di civînê de Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Prof. Dr. Sinan Adiyaman, anî ziman ku ew bi gefa vîrûsa ku li hemû cîhanê belav bûye re rû bi rû ne û wiha got: "Duh êvarî Wezîre Tenduristiyê diyar kir ku vîrûs li welatê me hatiye dîtin û ev yek li gorî welatên cîran tiştekî asayî ye. Rêxistinên tenduristiyê demek berê plan kiribû ku Mîtinga Spî li Enqereyê li dar bixin. Li ser vê agahiyê me ev mîtîng betal kir. Ez hevî û bawer dikim ku nexweşiyên bi vî rengî dê bibe sedem ku tundiya li dijî xizmeta tenduristiyê bide xuyakirin û êdî tedbîr bên girtin.      Prof. Dr. Ozlem Azap jî anî ziman uk Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bajar bi bajar û welat bi welat daneyên vîrûsê aşkere dike û wiha got: Lê li kijan bajarê Tirkiyeyê ev nexweşî heye agahî nedane. Wezîrê Tenduristiyê dibêjin rûpêşê girê bidin. Lê kes nikare xwe bigîne van rûpoşan. Ev nexweşî dê nêviya nifûsê têxe bin bandora xwe. Êdî ne pêkan e ku rê li pêş belavkirina vê vîrûsê bê girtin. Divê kesên ne nexweş lepik nexin destê xwe û rûpoş girê nedin. Dijberî tedbîrê bêtir xera dibe."