Karsazê ku karker tacîz kiribû 3 sal ceza xwar 2020-03-11 14:40:08   ÎZMÎR - Li Îzmîrê, ji ber ku karkereke xwe tacîz kiriye 3 sal ceza li karsaz Ahmet Tûfan hat birîn.    Li Îzmîrê, derbarê karsaz Ahmet Tûfan de ji ber ku karkera bi navê B.S.Û. tacîz kiriye, bi angaşta "tacîza zayendî ya zîncîrî" doz hatibû vekirin. 3'emîn daneşîna dozê li 48'emîn Dadgeha Ceza ya Esliyeyê ya Îzmîrê hat dîtin. B.S.Û. û parêzerên xwe tevlî daneşînê bûn. Rêxistinên jinan jî daneşînê şopandin. Dadgehê bi sûcdariya "Binpêkirina jiyana taybet" 3 sal ceza da bersûc Ahmet Tûfan. Lê aşkerakirina hikm taloq kir.