YOK ji bo vîrûsa korona civiya 2020-03-11 14:34:32   ENQERE - Yok, ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona ya di zanîngehan de, bi awayekê lezgîn bang li rektoran kir ku bicivin.    Lijneya Hîndekariya Bilind (YOK), ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa korona (Kovîd-19) ya li zanîngehan, bi awayekê lezgîn bang li rektorên 207 zanîngehan kir ku li Enqerê bicivin. Serokê YOK’ê Yekta Saraç û roktorên 207 zanîngehan wê derbarê pêşîlêgirtinên vîrûsê yên li zanîngehan de biryarên hevpar bigirin.