Konsera ji bo piştgiriya Grup Yorumê hat qedexekirin 2020-03-11 14:33:57   ÎZMÎR - Konsera ku Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê xwestin ji bo piştgiriya endamên Grûp Yorumê yên di greva birçîbûnê de li dar bixin, careke din hat qedexekirin.    Konsera ku Hêzên Demokrasî û Kedê yên Îzmîrê xwestin di 12'ê Adarê de ji bo piştgiriya endamên Grûp Yorumê yên di greva birçîbûnê de li dar bixin, ji aliyê Walîtiya Îzmîrê ve hat qedexekirin.  Hêzên Demokrasî û Kedê, duh têkildarî konsera ku bidana civîneke çapameniyê li dar xistibûn û bang li desthilatê kiribûn ku berî mirinê bikeve tevgerê.