Rovî bû sedeme mirina 44 mîhan 2020-03-11 13:19:40   WAN - Li navçeya Elbakê rovî kete gomekî û bû sedem ku 44 mîh bimirin.    Li gundê Onculer ê navçeya Elbakê ya Wanê rovî kete goma welatiyê bi navê Vefa Yildirim û bu sedema mirina mîhan. Mîh bi ketina rovî ya gomê re bi ser hev de baz dan û hevdû eciqandin. Di encamê de 44 mîh mirin. Li  ser agahdariya xwediyê mîhan Yildirim rayedarên Miduriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê hatin gund li komê lêkolîn kirin. Rayedaran, di encama lêkolînên xwe yên destpêkê de diyar kirin ku ji ber tirsa sewalekî kofî mîhan hevdû eciqandiye.