Danişîna doza Hevşaredarên Pasûrê taloq kirin 2020-03-11 13:19:14    AMED - Danişîna doza hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay ên ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve ji peyvirê hatin girtin, hat dîtin. Dadgehê danişîn taloq kir.    Li Navçeya Pasûrê ya Amedê piştî di 12'ê Îlonê de şer derket û 7 cerdevan hatin kuştin, Hevşaredarên Pasûrê yên HDP'î Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay bi fermana Wezîrê Karên Hundir ji payvirê hatin girtin. Danişîna doza hevşaredaran li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku hevşaredar Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay, Hevserokê HDP'ê yê Pasûrê Mehmet Abidin Karaman, Midûrê Karên Fenê yê şaredariyê Şener Aktaş, Namzetên Hevşaredarên HDP'ê yên Pasûrê Mehmet Emin Ay, Endamên meclîsa şaredaiyê Yacel Çete, Umit Fidan de tenê parêzerên wan amade bûn. Dozger xwest dîsa hevşaredar girtî bên darizandin. lê 10’emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev daxwaz red kiribû. Parêzeran xwest belgeyên kêm bên temamkirin.b    Piştre heyeta dadgehê ji bo belgeyên kêm bên temamkirin doz taloqî 17'ê Hezîranê kir.