Li Mêrdînê bernameya Newrozê hat aşkerekirin 2020-03-11 12:17:53   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, wê îsal li Nisêbîn, Qoser û Kerboranê Newrozê pîroz bike.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, derbarê bernameya pîrozbahiyên Newrozê de daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê Mêrdînê Tuma Çelîk û endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniyê bi kurdî, tirkî û suryanî hat dayîn.    Rêvebera HDP’ê ya Bajêr Munevver Ulker, daxuyaniyê bi kurdî da û wiha got: “Em ê bi şîara ‘Ji bo yekitî, demokrasî û azadiyê’ Newroza xwe ya îsal pîroz bikin. Em ci 18’ê Adarê de li Kerboranê, di 20 Adarê li Qosserê û di 21’ê Adarê de jî li Nisêbînê Newrozê pîroz bikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku biherikin qadên Newrozê. Em hêvî dikin ku Newroz bibe wesîleya aştî, azadî û demokrasiyê.”   Ulker, da zanîn ku ewê di Newroza îsal de zedetir behsa yekitiya neteweyî bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pîrozbahiyên îsal ên Newrozê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêvajoyek girînge.”    Daxuyanî piştî axaftinê bi lêxistina çepikan bi dawî bû.