Şahidê darbeya 12'ê Adarê Çelen: Divê em li dijî darbeyan bibin yek 2020-03-11 12:09:50 ENQERE - Şahidê darbeya 12'ê Adarê û Rêveberê TÎP 'ê yê Enqereyê Tuncay Çelen, diyar kir ku ji bo mekanizmaya darbeyê ji holê rabe divê bi hevre têbikoşin û li dijî van lîstikan bibin yek."    Di ser 12'ê Adara 1971'an re 49 sal derbas bûn. Lê piştî 12 'ê Adarê gelek darbeyên din rûdan. Wê demê Serokwezîr Suleyman Demirel îstifa kir. Mafên bingehîn û azadî ji destê mirovan hat girtin. Piştre Rêveberiya Awarte hat îlankirin. Ji xala 146'an a TCK’ê û xalên 141/142'an li Tirkiyeyê gelek welatî hatin darizandin.    Wê demê Serfermandarê TSK'ê Memduh Tagmaç, Fermandarê Cendirmeyan ê Bejayî Faruk Gurler, Fermandarê Deryayê Celal Eyiceoglu û Fermandarê Hewayê Muhsin Batur bi hevre muhtira îmze kirin û dan Serokomar Cevdet Sunay û xwestin hikûmet îstîfa bike. Li dijî nifşê 68'an ev darbe pêk hat. Wekî yekem darbeya li dijî eniya çep û sosyalîstan pêk hat ket rûpelê dîrokê.  Piştî darbeyê pêşengên THKO Denîz Gezmiş, Yusuf Arslan û Huseyin Înan ku wekî 3 şitlan tên zanîn hatin darvekirin. Pêşengê THKPC Mahîr Çayan li Kizildere hatin kuştin. Rêberê TÎKKO Îbrahim Kaypakkaya bi îşkenceyê hat kuştin.      Di darbeyê de li dijî Zaningeha Beyazitê êriş pêk hatin. Di 16'ê Sibata 1969'an de li qada Beyazitê ya Stenbolê bi boneya 6'emîn Fîloya DYA şermezar bikin çalakî li dar xistin. 76 rêxistinên ciwanan beşdarî çalakiyê bûn. Kesên wê demê êrîş kirin gelek niha di rêveberiya AKP'ê de cih digirin.    Şahidê darbeya 12'ê Adarê û Rêveberê TÎP 'ê yê Enqereyê Tuncay Çelen, diyar kir ku ji bo mekanizmaya darbeyê ji holê rabe divê bi hevre têbikoşin û li dijî van lîstikan bibin yek." Çelen, ani ziman ku wê demê ji bo berjewendiyên îqtîdarê bûn maşik û wiha got: "Li gel Fethullah Gulen li dijî kominizimê komele hatin avakirin. Li dijî xwendekarên sosyalist şer kirin. Li gel Fettullah Gulen tev geriyan. Êrîşî me kirin û yek bi yek ji me kuştin.  Di serdema darbeyê de hewaya çepgir û sosyalistan li Tirkiyeyê serdest bû. Wê demê Faşizm û emperyalizm li paş bû. Hêza çep pêş diket. Li zanîngehan hewa çepgir û sosyalîstan serdest bû. Me pirsgirêkên Tirkiyeyê niqaş dikirin.  Me xwendekarên nerîna çep, ji ber êrîş zêde dibûn Federasyona Kulubên Fikrê (FKF) ava dikirin. Ji bo parastina rewa me çek bi xwe re digerandin. Nifşê 68'an ji meseleya ciwanan derbas bû. Li ku pirsgirêk derket gel hat bi me re parve kir."    Çelen, anî ziman ku di 12'ê Adarê de nekaribûn wan tune bikin û wiha bi dawî kir: "Em piştre bêtir xurt bûn. Me bêtir xwe bi rêxistin kir. Em bêtir bi rêxistinî têkoşiyan. Di 12'ê Adarê de li mirovan îşkence dikirin. Di 12'ê îlonê de jî li mirovan işkence kirin. Ajanên ku DYA ew perwerde kiribûn li mirovan îşknce dikirin. Divê em li dijî darbeyan bibin yek. Ger ku em nebin yek dê darbeyên din jî pêk bên. Divê hemû kedkar û karkerên Tirkiyeyê, kurd, tirk, elewî, sunî û rengên din bi hevre bibin yek û bi hevre têbikoşin."    MA / Emrullah Acar