Gergerlîoglû: Heke bergirî neyên girtin dê vîrusa koronayê li girtîgehan berbelav bibe 2020-03-11 11:21:23   ÎZMÎR - Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku heke bergirî neyên girtin dê vîrusa koronayê li girtîgehan berbelav bibe û hişyariya ku dê vîrus bibe sedema gelek mirinan da.    Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, diyar kir ku li Tirkiyeyê bi awayekî têrker bergiriyên vîrusa koronayê ku li Cîhanê berbelav dibe nehatine girtin. Gergerlîoglû, destnîşan kir ku îhtîmal heye vîrus li girtîgehan berbelav bibe û wiha got: "Heke bergiriyên pêwîst neyên girtin dê vîrusa koronayê li cihên komî yen mîna girtîgehan berbelav bibe. Ev cih ji paqjiyê dûr in. Ji ber ku li van cihan mirov bi awayekî baş nayên xwedîkirin û kontrolên wan ên tenduristiyê baş nayên kirin, pergala wan a parastinê qels e. Heke vîrus derbasî mirovên girtî bibe, dê bibe sedema faleketeke mezin ku nikaribe pêşî lê bê girtin. Heke bergirî neyên girtin dê dibe ku mirin jî li girtîgehan çêbibe. Hê firsendên me hene divê demildest bêgirî bên girtin."