Vîrûsa Corona belav dibe: Li Tirkiye jî hat dîtin 2020-03-11 09:53:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Vîrûsa Corona ku li Çînê derket holê û herî zêde li Îran û Îtalya mirov bi vê nexweşiyê mirin, heta niha li 118 welatan belav bûye û li ser 119 hezar mirovan hat dîtin û bi giştî 4 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest dan. Vîrûs bandora xwe li ser kar, bazirganî û xizmetên komî jî dike.    Vîrûsa Corona ku di Kanûna 2019'an de derket holê, li Tirkiye jî hat dîtin. Vîrûsa ku wekî Kovid-19 tê zanîn, heta niha li 115 welatan belav bû û li ser 114 hezar mirovan hat tespîtkirin. Ji ber vîrusê heta niha 4 hezar û 31 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di sibata 2003'an de nexweşiya SARS'ê li Asya, Amarîkaya Bakur û welatên ewropayê belav bû û heri kêm hezar û 600 mirov ji ber vê nexweşiye mirin. Nexweşiya MERS'ê di salên 2012'an de derket holê û nêzi 300 mirov ji ber vê vîrûsê mirin. Niha jî Vîrûsa Corona (Kovid-19) li Çînê derket holê û li cîhanê belav dibe. Heta niha li 115 welatan belav bû û di 114 hezar mirov de ev nexweşî hat dîtin. Ji ber vê vîrûsê heta niha herî kêm 4 hezar û 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di 10'ê Adarê de aşkere kir ku li Tirkiye vîrûsa Corona li ser kesekî hatiye dîtin.    Dema virûs derbasî mirov dibe mirovan bi giranî nexweş dike. Ev vîrûs cara sêyemîn e mutasyonê derbas dike. Ewil di sala 2003’an de li Çînê hat dîtin. Navê SARS  lê kirin. Li Çînê mûtasyon derbas kir û derbasî mirovan bû. Kesên bi vîrûsa SARS’ê ketin ji sedî 10 mirin. Di 2012'an de li Siûdî hat dîtin. Wekî MERS’ê binav kirin. Ji sedî 35 nexweş mirin. Vîrûsa di 2019’an de belav bû ewil wekî “ncov” bi nav kirin. Ji sedî 3- 5 nexweş mirin. Lê ev vîrûs zû belav dibe. Ev vîrûs wek nexweşiya zekemê xuya dibe. Di nava hewayê de û li ser alav û amûran heye. Bi rêya nefesê derbasî laş û pişika mirov dibe. Gelek kesên ev vîrûs derbasî wan dibe, bê tedawî derbas dikin. Dema germa laş zêdebû û daneket û nexweşî lê giran bû, divê biçe serî li nexweşxaneyê bidin. Bi taybetî kesên temenê wan mezin bi vê vîrûsê dimirin. Dîsa zarok û kesên nexweşiya kronik dimirin. Ev vîrûs di pişikê de dibe sedema zatureyê. Divê pergala xweparastinê xurt be.   ‘NÎŞANÊ ZEKEM Û CORONAYÊ DIŞIBIN HEV'    Av ji poz/difin tê, qirika mirov diêşe. Laş disincire, kuxik çêdibe. Nîşanê zekemê û vîrûsa coronayê dişibin hev. Dema derbas nebû û nexweşî giran bû, divê serî li nexweşxaneyê bidin. Dema mirov  temasî nexweşan kir û çûn cihê nexweşan, divê têkevin şikê û biçin nexweşxaneyê. Divê mirov ji nexweş û cihê nexweşî lê heye dûr bikevin. Li dijî vîrûsê mirov dikarin rûpoşê bidin ber difin û devê xwe. Rûpoş heta astekê vîrûsê asteng dike. Kesên nexweş û saxlem, divê dema xwarin xwarin destên xwe baş bişon. Divê destên xwe nedin çav û ruyê xwe. Dibe ku bi nefesê jî û bi destan jî derbasî dev û bişikê bibe. Eger nexweşiyeka kronik hebe jî divê tedawiya xwe bi rêk û pêk bikin. Divê parastina xwe xurt bikin. Wextê ku ev vîrûs gihişt mirovan, an jî nîşaneyên wê çêbûn, divê dernekevin derve û belav nekin.”   LI ÇÎNÊ BELAV Î CÎHANÊ BÛ    Vîrûsa ku li Çînê derket holê, li Îtalya, Îran, Koreya Başûr, Almanya û Fransayê belav bûn. Li çînê di sala 2003'an de wekî SARS derket holê. Heta 10'ê Adarê ji ber vîrûsa Corona (Covid-19) li 118 welatan belav bû. heta niha li ser 119 hezar mirov ev vîrûs hat dîtin. Heta niha 4 hezar û 200 kesan jiyana xwe ji dest da. Li bajarê Koblenzê hezar û 1400 bijîşk û xizmetkarên tenduristiyê tev li Konferansa Vîrûsa Corona bûn û fikarên xwe anîn ziman. Serokê Konferansê Dr. Jorg Brokmann, anî ziman ku ev ne rewşek ku mirov bi tibbî tedbîr bigire, divê tedbîrên siyasî bên girtin. û wiha got: "Ev ne rewşek tibbî ye. Ev rewşek siyasî ye."    Piştî vîrûs belav bû, gelek welatan deriyên xwe yên sînorê welatan girtin. Bazirganiya navbera welatan hat rawestandin. Tê gotin ku ji ber deriyên bazirganiyê tên girtin dê di qada aborî de qeyranê li ser qeyranê zêde bike.  Bi taybetî sektorên motor û elektronikê rawestiyan. Kirîn û girotin kir kêm bû.  Li Welatê ewropa herî zêde li Îtalya ev nexweşî belav bû. Heta niha li Îtalyayê 463 mirov bi vê vîrûsê mirin. Li îtalyayê hemû seyehat hetanîsanê hatin betalkirin. Dîsa warên komi yên wekî dibistan, cînema, şano û palên dibistanan hatin girtin. Dê heta Nîsanê girtî bin. Li Îranê heta niha 291 kes bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vîrûsê parlamenterên Îranê Fatma Rehber, Sefîrê Vatikan ê Îranê Huccetulislam Hadi Husrevşahi û Endamê Konseya Teşhîsê ya Maslahata Pergalê Muhammed Mirmuhammedi jî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa li Îranê 22 parlamenter bi nexweşiya vîrûsê ketin. Heta 21'ê Adarê dibistan hatin rawestandin. Hemû xebaten çandî û civakî hatin rawestandin.    Bi belavbûna nexweşiyê re DYA biryara ambargo da. Ji ber vê yekê nexweşî û maske nayên dîtin. li DYA ji ber vê nexweyiyê destûra malê dan 54 hezar girtiyên edlî. Di nava hefteyekê de 70 hezar girtî serbest hatin berdan.    VÎRUSA CORONA GIHIŞT TIRKIYEYÊ    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca duh daxuyanî da û diyar kir ku li Tirkiyeyê jî nexweşiya vîrûsa Corona li ser kesekî hatiye dîtin.    WELAT                                  NEXWEŞÎ                 MIRIN    ÇÎn                80,956 3,162 îtalya 9,172               631  Koreya Bakur               7,513 54  Îran 8,042 291 Fransa 1,412 30 Îspanya 1,235 31 Almanya 1,224 2 DYA 729 27 Dîamond Princess 696 7 Japonya 543 10 Swêd 374 3 Îngiltere 321 5 Hollanda 321 4 Swîsre 261 Belçîka 239 Norveç 227 Singapur 160 Avusturya 157 Malezya 117 Hong Kong 116 3 Danimarka 113 Bayreyn 110 Avustralya 103 3 Yunanistan 84 Kanada 77 1 Irak 71 7 Îzlanda 65 Kuveyt 69 Misir 59 1 Emîriyên Ereb ên Yekbûyî 59 Hîndîstan 56 Tayland 53 1 San Marino 51 2 Îsrail 50 Tayvan 53 1 Lubnan 41 1 Çekya 40 Portekîz 39 Finlandiya 35 Vietnam 31 Brezilya 25 Slovenya 25 Fîlîstin 25 Filipinler 24 İrlanda 24 Cezayir 20 Rusya 20 Saudi Arabistan 20 Endonezya 19 Uman 18 Katar 18 Arjantin 17 1 Romaya 17 Polonya 17 Pakistan 16 Ekvator 15 Gurcîstan 15 Hirvatîstan 13 Şîle 13 Macaristan 12 Makao 10 Estonya 10 Azerbaycan 9 Kosta Rica 9 Peru 9 Meksîko 7 Slovakya 7 Afrîqa Başûr             7 Belarus 6 Letonya 6 Arnavutluk 6 Maldivler 6 Komara Dominik 5 Luksemburg 5 Zelandaya Nû 5 Tunus 5 Bosna Hersek 5 Fransiz Guyanası 5 Afganistan 4 Makedonya Bakur 4 Senegal 4 Bulgaristan 4 Malta 4 Sırbistan 4 Bangladeş 3 Kolombiya 3 Kamboçy 2 Fas 2 Nîjerya 2 Kamerun 2 Kıbrıs 2 Faroe Adaları 2 Martinik 2 Saint Martin 2 Andora 1 Ermenistan 1 Urdun 1 Lîtvanya 1 Monako 1 Nepal 1 Sri Lanka 1 Ukrayna 1 Butan 1 Brunei 1 Burkina Faso 1 Giravên Manş 1 Cebelitarık 1 Vatîkan 1 Liechtenstein 1 Moldova 1 Mogolîstan 1 Panama 1 Paraguay 1 St. Barth 1 Togo 1 Tirkiye 1   MA / Gökhan Altay