Jinên daketin qadan: Em hê bêtir nêzî azadiyê ne 2020-03-11 09:13:00 ŞIRNEX - Jinên ku di 8'ê Adarê de Silopiyayê veguherandin qadeke rengîn, destnîşan kirin ku êdî hê bêtir nêzî azadiyê bûne.  Bi deh hezaran jin di 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daketin qadan û gotin, ew ê li dijî taciz, tecawiz û şidetê paş ve gav neavêjin. Yek ji navêndên ku 8'ê Adarê lê hat pîrozkirin û jin daketin qadan jî navçeya Silopiya ya Şirnexê bû. Jinên ku navçeyê veguherandin qadeke rengîn gotin: "Jin jiyan e, jin azadî ye."    'EM NÊZÎ AZADIYÊ NE'    Semra Akil a 40 salî, diyar kir ku êdî jin hê bêtir nêzî azadiyê ne. Akil, destnîşan kir ku ew ê li ber zext û zoriyan û zilmê bêdeng nemînin. Akil, destnîşan kir ku hevjînê wê di girtiye û bi tena serê xwe li 5 zarokên xwe mêze dike û got, jin jiyan e.    Akil, got: "Heta jin di bin zext û zoriyan de bin wê ev bûyerên xirab biqewimin. Zilam çi dike bike, gava mezin dikevin navberê jin bêdeng dimînin. Gava jin ji bo azadiya xwe têdikoşe, mêr jî ji bo serrweriya wî ji dest neçe jinê dikuje. Ev neheqî û zilmeke mezin e. Cesaretê dide mêran. Lê hege rjin li ber vê yekê rabin û bitêkoşin, wê mêr nikaribin jinan bikujin."   Kûdret Înedî ya 35 salî jî destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo maf û azadiyan mezintir ikin. Înedî, anî ziman ku bi qasî jinên azad jinên tehde li wan tê kirin jî hene ûg ot: "Heta ew jin azad nebin em ê bitêkoşin. Jin jiyan e, jin azadî ye."    ‘EM XWEDÎ LI ZIMAN Û NASNAMEYA XWE DERDIKEVIN'    Ayşe Yavûz a 41 salî jî ku got "Êdî wiha nameşe" got: "Mirov bi nasname, ax û zimanê xwe heye. Em jin jî xwedî li ziman, ax û nasnameya xwe derdikevin. Bira êdî jin neyên kuştin. Sedem çi dibe bira bibe kuştina jina polîtîk e."