ROJEVA 11'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-11 09:00:10 * Di sala 2015'an de li Qoserê Mazlûm Tûran hatibû kuştin. Dadgehê der barê kuştina Tûran de 10 sal ceza li polîs Suleyman Esenboga birîbû. Lê belê dadgeha îstinafê cezayê hatibû birîn xera kiribû. Îstinafê sedema xerakirina ceza aşkere kir.  * Ji ber xwendekar taciz kiribûn der barê Hîndekarê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Şakîr Gozutok de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîna hatibû destpêkirin, bi "nepeywirdariyê" bi dawî bû û dosye ji YOK'ê re hat şandin.    * Vedat Atli ku li navçeya Rêya Armûşê li kafeyekê pêşangeha wêneyan vekiriye, ji dêvla bilêtan pirtûkan ji kesên tên pêşangehê distîne. Atli, paşê wê pirtûkên ku kom kiriye ji dibistana gundekî re bişîne.    * Jinên ku di 8'ê Adarê de Silopiyayê veguherandin qadeke rengîn, destnîşan kirin ku êdî hê bêtir nêzî azadiyê bûne.    * Vîrûsa Corona ku li Çînê derket holê û herî zêde li Îran û Îtalya mirov bi vê nexweşiyê mirin, heta niha li 115 welatan belav bûye û bi giştî 4 hezar û 31 kesan jiyana xwe ji dest dan. Vîrûsa ku di zêdeyî sed hezar mirov de hat dîtin, bandora xwe li ser kar, bazirganî û xizmetên komî jî dike.    * Berfîn Dogan ku di Girtîgeha Jina ya Tarsûsê de ye, diyar kir ku bêhna qenalîzasyonê ji girtîgehê tê û ji bo helkirina vê pirsgirêkê jî tiştek nayê kirin.   *  Pirtûka Tehsîn Îbrahîm Doskî "Baxê Îrem, Geştek li Nav Şi'ra Kurmancî ya Klasîk" bi amadekariya M. Zahîr Ertekîn ji Weşanên darayê derket. "Baxê Îrem", 34 helbestvanên kurdî-kurmancî yên klasîk dide nasîn û ji helbestên wan nimûneyan berpêş dike.    * Li Êlihê Mala Dengbêjan a ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin, piştî 3 sal û nîvan ji dîsa hat vekirin. Dengbêj Ehmedê Xî da zanîn ku ew çanda dîroka sedên salan birêve dibin û dê dengbêjên ciwan têbigihînin.   * Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dê KCD, DBP, Partiya Azadî, DDKD, PÎA, KKP, PDK, PDK-T dê tekildarî pîrozbahiya Newroza îsal li Otela Demîr a li navçeya Sûrê civîna çapemeniyê li dar bixin û starta pîrozbahiya Newrozê bidin. (11.00)   * Alî Babacan dê li gel endamên Desteya Rêveberiya Partiya Demorkasî û Pêngavê (DEVA) li Otela Bîlkenta Enqereyê danasîna partiya xwe pêk bîne. (11.00)    * Koordînasyona Newrozê ya Stenbolê dê têkildarî pîrozbahiyên Newrozê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Platforma Tenduristiyê ya Amedê têkildarî tundiya li dijî xebatkarên tenduristiyê dê li ber Nexweşxaneya Zarokan a Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)   * Danişîna duyemîn a doza Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ên ne girtî tên darizandin dê li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin. (09.00-16.00)   * Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) dê rewşa penaberan li Edîrneyê lêkolîn bikin û daxuyanî bidin. (14.00)    * Odeya Bijîşkan a Amedê dê bi babeta "Bijîşkî û nivîskarî" li Komeleya Wêjekarên Kurd gotubêj li dar bixe. (18.00)