4 parêzerên ÇHD’î dest bi greva bêdem kirin 2020-03-10 16:47:01   STENBOL – Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) daxuyani da û diyar kir ku 4 parêzeran ji 3'ê Sibatê de dest bi greva birçîbûnê kirine û niha çalakiya xwe derbasi greva birçîbûnê ya bêdem kirine.    Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi boneya daxwazên endam û rêveberên xwe yên girtî bîne ziman, li Navenda Çand û Hunerê ya Baroya Stenbolê daxuyani dan çapemeniyê. Di civîna çapemeniyê de endam û rêveberên ÇHD'ê û nûnerên Buroya Hiqûqê ya Gel (HB) amade bûn. Li salonê pankarta "Bila daxwazên parezerên girtî bên qebûlkirin" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê komeleyê Sekretera Giştî ya ÇHD'ê Nergiz Tuba Aslan  daxuyanî da. Aslan, diyar kir ku ji 8 parêzerên di 3'ê Sibatê de ketine grevê ji wan 4 parêzeran ji îro û şûnde çalakiya xwe derbasi greva birçîbûnê ya bêdem kirine. Aslan, anî ziman ku 4 parêzer ji îro û şûnde heta daxwazên wan be qebûlkirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin û wiha got: "Hevalên me Ebru Tîmtîk, Barkin Timtik, Aytaç Unsal û Oya Aslan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin. Îro 37 rojin di grevê de ne. Ebru Timtik mehek berê ji bo piştevaniya endamên koma Grup Yorum dest bi grevê kiribû.    Li ser navê parêzeran Rêvebera Navenda Giştî ya ÇHD'ê û Buroya Hiqûqê ya Gelan Didem Baydar Unsal daxuyanî xwend û xwest daxwaza parêzerên ketine grevê pêk bê.