Ji bo Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr ceza hat xwestin 2020-03-10 16:20:35 AMED – Danişîna ewil a doza Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, hat lidarxistin. Dozger di danişîna ewil de heta 22 sal cezayê hefsê jê re xwest.  Wezareta Karê Hundir di 21’ê kanûna 2019’an de Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr ji wezîfeyê girt û qeyûm tayînî şûna wî kiribû. Ozdemîr bi angaşta “endamê rêxistinê ye”, “propaganda rêxistinê kiriye”, “kirîn û firotina çekan” û “madeyên talûke li cem xwe girtiye” girtî tê darizandin. Danişîna ewil a doza Ozdemîr li 8’emîn Dadeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Ozdemîr bi rêya dîmen û deng (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Ozdemî Şîlan Çelîk û Mehmet Oner di danişînê de amade bûn. Malbata Ozdemîr û şandeyek HDP’ê doz şopandin.    OZDMEÎR ANGAŞTAN RED KIR    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Piştî venêrîna nasnameyê Ozdemîr parastina xwe kir û behsa xebatên xwe yên siyasî kir. Ozdemîr angaştên jê tê tewanbar qebûl nekir û xwest were berdan û beratkirin.    DI DANIŞÎNA EWIL DE CEZA HAT XWESTIN    Dozger (meqamê angaştê) biryara (mutala) xwe ya derbarê Ozdemîr de eşkere kir û xwest ji angaştên pê tê sûcdarkirin ji 9 salan heta 22 salan were cezakirin.    Dozger ji sûcê “madeyên talûke li cem xwe girtiye û dest guhertiye” Ozdemîr berat kir û biryara dewama girtinê da.   Parêzerên Ozdemîr jî li dijî angaşt û mutalaya dozger parastina miwekîlên xwe kirin û daxwaza berdan û beratê kirin.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Piştî navberek kin şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryara girtina Ozdemîr da û danişîn taloqî 16’ê nîsanê kir.