Dê giliyê dadger û dozgerê ceza dane Mizrakli ji HSK’yê re bikin 2020-03-10 15:03:11 AMED – Baroya Amedê û rêxistinên mafê mirovan  cezakirina Hevşaredare Amedê Selçûk Mizrakli şermezar kirin û gotin ew ê giliyê şandeya dadgehê ji HSK’yê re bikin.  Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, Nûnertiya Komeleya Înîsiyatîfa Maf (HAK) a Amedê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Nûnertiya Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) a Amedê cezakirina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin bi civînek çapemeniyê şermezar kirin. Civîn li Avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê pêk hat û nûnerên rêxistinên maf beşdarî civînê bûn. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin li ser navê saziyan daxuyanî da.    'DARAZ VEGUHERIYE ARTÊŞA POLÎSÊN CUBEKIRÎ'    Aydin destnîşan kir ku dozger û şandeya dadgehê ji ber li dijî hiqûqê biryar dane û wezîfeya xwe baş pêk neanîne dê giliyê wan ji Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) re bikin. Aydin anî ziman ku bi delîlên dij qanûnê hevşaredar Mizrakli hatiye cezakirin. Aydin diyar kir ku îfadeyên siparişkirî derbasdarî hatine qebûlkirin. Aydin bal kişand ser baweriya civakê ya li hember darazê û got: “Daraz veguheriye artêşa polîsên cubekirî. Daraz ji bo civakê wek sepanek ‘kêfî û siyasî’ bûye gefek mezin.” Aydin xwest cezakirina Mizrakli demildest were betalkirin, serbest bê berdan û vegere ser wezîfeya xwe û ew daxwaz dikin ku derbarê endamên darazê yên Mizrakli ceza kirine de lêpirsîn were destpêkirin.