Rojnamegeran ji edliyê bang kirin: Gelo ji civakê çi vedişêrin? 2020-03-10 14:00:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê, bertek nîşanî girtina rojnamegeran da. Rojnamegerên li ber avahiya edliyê kom bûn, gotin “Rojnamegertî ne sûce” û pirsa “Gelo ji civaka Tirkiyeyê çi vedişêrin?” kirin.  Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS), li ber avahiya edliyê bertek nîşanî girtina rojnamegerran da. Rojnameger li Stenbol, Enqere û Edenê li hev kom bûn û gotin, “Rojnamegertî ne sûce” û xwestin rojnamegerên girtî bên berdan.    STENBOL   TGS’ê, bi armanca şermezarkirina binçavkirin, girtin û zextên li ser rojnamegeran li ber Edliya Çaglayan a Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên TGS’ê, endamên Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya (MKGP), xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê, rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojnamegertî ne sûce” hat vekirin û dirûşmeya “Çapemeniya azad dê neyê bêdengkirin” hat bez kirin.    Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş û Sekreterê Rêxistina TGS’ê Mûstafa Kulelî derbarê girtin, binçavkirin û zextên li ser rojnamegeran de axaftinên kurt kirin.    ‘ROJNAMEGERTÎ NE SÛCE’   Seroka Şaxa TGS’ê Banû Tûna, diyar kir ku li Tirkiyeyê di nava 15 rojên dawî de dîsa rojnameger hatin girtin û darizandin. Tûna bal kişand ser binçavkirina rojnamegeran û wiha axivî: “Din ava 15 rojan de 28 rojnameger hatin binçavkirin û 8 ji wan hatin girtin. Hikumet ji ber polîtîkayên xwe yên derveyî welat rojnamegeran dike hedef.”   ENQERE     TGS’ê li Enqerê jî daxuyanî da. Daxuyanî li ber Edliya Enqerê hat lidarxistin. Parlamenterên CHP’ê Kanî Beko û Atîlla Sertel, parlamenterên HDP’ê Abdûllah Koç û alî Kenangolû, Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê Fatîn Kanat û gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dawîzên “Rojnamegertî ne sûce” û “Emê nebin rojnamegerên bi destûr” hat vekirin.    Seroka Şaxa TGS’ê ya Enqerê Esra Koçak, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di van rojan de hiqûq dîsa tê binpêkirin. Em weke rojnamegeran edaletê dixwazin. Em ji vê derê bang li Wezareta Dadê dikin, hempişeyên me yên ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hatin girtin demildest berdin. Hiqûq û edalet, her roj ji bo her kesê wê pêwîst bibe.”   Parlameterê CHP’ê Sertel û Parlamenterê HDP’ê Koç jî, dan zanîn ku qanûna bingehîn a heyî tê binpêkirin û gotin: “Kesên ku biryara girtina rojnamegeran dan, wê rojekê ewê jî bikevin girtîgehan. Hemû kesên bêhiqûqiyê dikin, wê rojê hesab bidin edaletê. Em girtina rojnamegeran şermezar dikin. Gelo bi girtina rojnamegeran hûn tiştekê ji gel vedişêrin? Em dibêjin ku demildest rojnamegeran berdin û bila karê xwe dewam bikin.”   EDENE     Şaxa TGS’ê ya Edeneyê jî, derbarê binçavkirin û girtina rojnamegeran de li Parka Hunermendan li ber Birdariya Çapemeniyê daxuyanî da çapemeniyê. Endamên Baroya Edenê, Turk Îş, Petrol Îş, Partiya Kedê (EMEP), Partiya Gel a Komarê (CHP) û rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn.    Serokê Şaxa TGS’ê Salîm Buyukkaya di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Di 15 rojan de 28 rojnameger hatin binçavkirin û 8 ji wan hatin girtin. Bi vî awayî hejmara rojnamegerên girtî derket 91’an. Rojnameger ji ber nûçeyên nivîsandine hatin girtin. Di girtinên dawî de jî me dît ku daraz ne serbixwe ye. Em edaletê dixwazin. Ji ber ku rojnamegertî ne sûce.”