Dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag ji bo dadgehê nehat şandin 2020-03-10 12:51:39 ENQERE - Dosyeya girtina duyemîn a Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a şandeya dadgehê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê xwestibû, bi hinceta “sînordarkirinê” ji dadgehê re nehat şandin.  Danişîna 17’emîn a doza sereke ya darizandina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê pêk hat. Yuksekdag ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî beşdarî danişînê bibe. Parêzerên Yuksekdag danişînê de amede bûn. Parlamenterên HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî, Kemal Pekoz û endamê Meclîsa Partiyê Nazmî Gur beşdarî danişînê bûn.    Dosyeya doza Yuksekdag ji 7 fezlekeyên cuda pêk tê û di çarçoveya dosyeya 92 rûpelî de, ji bo Yuksekdag 30 sal heya 83 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.   Di dosyayê de, xebatên Yeksekdag ên di nava Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û hin xebatên siyasî cih digirin. Hat diyar kirin ku dosyeya girtina duyemîn a Yuksekdag a şandeya dadgehê ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê xwestibû, bi hinceta “sînordarkirinê” ji dadgehê re nehat şandin.   Belgeyên ji dosyeya dozê re hatibûn şandin hatin xwedin û danişînê dest pê kir. Parêzera Yuksekdag Hatîce Ezgî Gungordu, parastin kir û wiha got: “Ligel ku şandeya dadgehê xwest ku Serdozgeriya Komarê  ya Enqerê dosyeya girtina duyemîn a muwekîla min ji dadgehê re bişîne jî, nehat şandin. Divê ku dozger dosyayê ji dadgehê bişîne. Li vê derê dozger sûc dike û peywira şandeya dadgehê xesp dike.”   HEMAN HINCET HENE    Gungordu, da zanîn ku dozger dosyayê ji dadger di revîne û wiha got: “Bi vê sûc tê kirin. Divê ev yek derbasî girtekan bibe. Ji xwe muwekîla min bi heman hincetan tê dadgeh kirin. Di demên pêş de hûnê jî bibînin ku heman fezleke û heman sûdarî û îdîa di dosyeyê de cih digirin. Divê hûn vê dosyeyê lêkolîn bikin. Da ku hûn têkiliya wan a bi hevre bibînin. Muwekîla min di çarçoveyê dosyayê de ev demek dirêje girtiye. Girtina wê biryarek siyasiye. Ji ber vê ez tehliya muwekîla xwe dixwazim.”   ‘DOSYEYA LÊPIRSÎNÊ BILA BÊ XWESTIN’   Dozgerê îdîayê jî, daxwaza lêkolînkirina dosyayê ya parêzan di cih de dît û xwest  şandeya dadgehê dosyeya lêpirsînê ji Serdozgeriya Komarê ya  Enqerê cardin bixwaze. Dozger, ji dadgehê xwest ku biryara girtina Yuksekdag berdewam bike.    ‘EM JÎ DI NAVBERÊ DE MANE’   Şandeya dadgehê, diyar kir ku ji ber ne temambûna doza sereke, nikarin di dosyeyê de biryar bidin û gazincên xwe yên ne yekkirina dosyeyê anî ziman. Serokê dadgehê ji bo yekkirina dosyeyê got, “em jî tim di navberê de dimînin.”     Şandeya dadgehê dûre, biryar da ku Serdozgeriya Komarê ya Enqerê dosyeya lêpirsînê ji bo dadgehê bişîne û girtina Yuksekdag dewam bike.    Dadgehê danişîna Yuksekdag taloqî 21’ê Gulanê kir û xwest parastinên derbarê esas de bên temamkirin.