Li Iraqê 6 kesên din bi vîrûsa Korona ketin 2020-03-10 12:02:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li bajarên cuda yên Irarqê 6 kesên din, bi vîrûsa Koronayê ketin.   Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê daxuyanî da û ragihand ku li bajarên cuda 6 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, 2 kes li bajarê Necef, 2 kes li bajarê Besrayê, kesek li Hewlêr û yek jî li bajarê Silêmaniyê bi vîrûsê ketine.   Li gorî daneyên fermî yên Iraqê 60 kes bi vîrûsê ketin û 7 ji wan jiyana xwe ji dest dan.