Rojnamevan: Tevî ev qas zext û zoriyan jî em ê dev ji rastiyê bernedin 2020-03-10 09:10:12 STENBOL – Rojnamevanan ji bo girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dan û gotin: "Rojnamegerî dîrokê dinivîsin. Tevî hemû zext û zoriyan jî, em ê nivîsîna dîrokê berdewam bikin."  Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa yê Yenî Yaşamê Aydin Keser ji ber nûçeyên der barê eskerên li Lîbyayê miribûn hatibûn girtin. Rojnamevanan ji bo girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dan û xwestin rojek berî rojekê hevpîşeyên wan bên berdan.   Serokê Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyeyê Gokhan Dûrmûş, diyar kir ku li Tirkiyeyê tê xwestin ser rastiyan bê girtin û got, polîtîkaya Tirkiyeyê ya ji bo Sûriyeyê hilweşiyaye û rojnamevanên vê yekê dikin nûçe jî hedef tên girtin.   ‘DI NAV ROJEKÊ DE ÇI GUHERÎ?'   Dûrmûş, ji bo rewşa penaberên li Edîrneyê jî diyar kir ku dîmena li wir dîmeneke êşbar e û got: "Nahêlin ev yek di çapemeniyê de derê. Ji ber vê rojnamevan tên girtin. Gava em li hincetên wan î ji bo girtinê mêze dikin, tenê ji ber nûçeyan e. Lê em dibînin bi israra dixwazin bên girtin. Dadgeh berdide, dozge rîtira dike. Pêşî ber didin dû re digirin. Di nav rojekê de çi guherî? Kîjan delîl hatin berhevkirin û bûn sedema girtinê?"   ‘PÊDIVÎ BI PIŞTEVANIYA XWENDEVANÊN ME HEYE'   Dûrmûş, diyar kir ku biryarên hatine dayîn siyasî ne û got: "Em b bêhiqûqiyekê re rû bi rû ne. Li Tirkiyeyê rojnamevan tim hedef tên girtin. Çimkî kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin dixwazin ser hin tiştan bigirin. Car carina dibe ku ev zext û zorî kêm bûbûn, lê tu car zext û zoriyên li ser rojnamevanan bi dawî nebûne. Niha 91 rojnamevan girtîne. Ev jî şerma Tirkiyeyê ye. Li welatekî wiha demokrasî tuneye. Mafê nûçegirtinê yê gel hatiye binpêkirin. Loma pêdiviya me bi piştevaniya xwendevanên me heye."   ‘DIXWAZIN ÇAVTRSANDÎ BIKIN'   Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat jî anî ziman ku îqtîdar biryarê dide û bedêla wê jî rojnamevan didin. Polat, destnîşan kir ku rojnamevan bi nûçeyên xwe rastiyê didin der û tu tiştekî şaş nakin. Polat, anî ziman ku bi girtina tê xwestin rojnamevanan çavtirsandî bikin û got: "Loma pêdivî bi liberrabûneke mezin heye. Divê muxalefet li gor vê tev bigere. Rojanmevanî ne sûc e. Ji xwe em serî natewînin. Em ê xwedî li pîşeya xwe derkevin. Lê çi qas xwedî li rojnamevanan bê derketin wê mafê nûçegirtinê jî ew qasî bê parastin. Di vê serdemê de divê rojnamevan bi tenê neyên hiştin."   ‘EM RASTIYÊ BINIVÎSIN'   Edîtorê ekolojiyê yê Yenî Yaşamê Yûsûf Gusucu jî anî ziman ku ji bo girtin û binçavkirina rojnamevanan delîlek jî tuneye û got: "Ji ber ku me di rojnameya xwe de nûçeyeke berê hatiû weşandin da, hevalên me hatin girtin. Ev tê wateya astengkirin mafê nûçewergirtinê ya gel. DIxwazin bi zext û zoriyan seîr li rojnamevanan bitewînin an jî wan ji bo tiştên dinivîsin ber bi otokontrolekê ve bişînin Helbet ev ji bo rojnameya me ne derbasdar e. Gerînendeyê me yê giştî hat girtin. Lê em ê dev ji nivîsandina rastiyê bernedin." Gursucu, xwest rojek berî rojekê hevalên wan bên berdan.   ‘TARİHE NOT DÜŞMEYE DEVAM EDECEĞİZ   Xebatkarê Yenî Yaşamê Hasan Akbaba jî bal kişand ser astengiyên AKP'ê yên li ser çapemeniyê û got, ligel ev qas zext û zoriyan jî çapemeniya kurd bi salan e ji dirûşmeya "wê rastî di tariyê de nemînin" nehatiye xwarê. Akbaba, anî ziman ku ji ber ku îqtîdara AKP'ê hem li hundir hem jî li derve tengijiye berê xwe dide rêxistinê demokratîk û rojnamevana û got: "Wekî hevalê me Çelîk jî goî, em ê meşaleya ku APê Mûsa ji me re hiştiye nehêlin bikeve erdê. Ligel ev qas zext û zoriyan em ê tim û tim nîşeyên xwe li dîrokê zêde bikin."   PIŞTEVANÎ   Xebatkara Yenî Yaşamê Yadîgar Aygun jî anî ziman ku îqtîdar ku nikare welat bi rê ve bibe berê xwe dide rojnamevanên muxalif û got, dixwaze bi binçavkirin û girtinan rojnamevanan bitepisîne. Aygun, got: "Lê em ê hê bêtir bixebitin. Her ku ser rastiyê bê girtin em ê hê bitri bixebitin." Her wiha Aygun, ji bo dawî li zext û zoriyan bê bal kişand ser piştevaniyê.   ‘DÎSA JÎ NIKARE BI SER BIKEVE'   Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî, Weşan, Matbaayê (Basin-ÎŞ) a Tirkiyeyê Farûk Eren jî destnîşan kir ku bi salan e îqtîdara AKP'ê biz ext û zoriyan bi ser civakê de diçe û got, ji ber rojnmaevan rastiyê didin der hedef tên girtin. Eren, anî ziman ku lê belê AKP bi zext û zoriyên xwe dîsa jî nikare bi ser bikeve û got, tevî hemû zext û zoriyan jî rojnamevan rastiyê digihînin gel.   Eren, destnîşan kir ku bi salan e li Tirkiyeyê li ser rojnamevanan zext û zorî hene, lê belê herî zêde jî li ser çapemeniya azad hene û got: "Herî dawî Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser hatin girtin. Ji bo hevalên me karibin bi rihetî karê xw ebikin pêdivî bi piştevaniyê heye."