Nehiştin girtiyê 28 salan di taziyeya keça xwe de bi kurdî biaxive 2020-03-10 09:09:09 ÊLIH –Salîh Altûnişik ku 28 sal in girtiye, di 28'ê Sibatê de tev li şîna keça xwe bûbû. Lê belê nehiştin serdana gora keça xwe bike û gava kesên bi telefonê sersaxiyê lê dikirin jî nehiştin bi kurdî biaxive.  Di 29'ê Sibatê de li Êlihê Zeynep Altûnişik a 34 salî jiyana xwe dabû. Bavê wê Salîh Altûnişik ê 28 sal girtî jî ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê anîbûn û tev li taziyeyê bûbû. Malbatê bi rêya parêzeran serî li dozgeriya girtîgehê dabû. Lê belê dozgeriyê piştî sê rojan destûr dabû. Ji ber vê taziyeya ku diviya sê rojan dewam bike, ji bo bav Altûnişik çar rojan dewam kiribû. Bav Altûnişik tevî cendirme û polîsan tev li şînê bûbû. Lê gava xwestibû biçe ser gora keça xwe bi hinceta "ewlehiyê" nehatibû hiştin û gava li mala şînê bû ji kesên ji bo sersaxiyê telefonî wî kirin jî, polîs û cendirmeyan nehiştin Altûnişik bi kurdî biaxive.    Dayik Altûnişik, anî ziman ku keça wê Zeynep Altûnişik gava di Şaredariya Êlihê de dişixulî di sala 2016'an de qeyûm ew ji kar derxistibû û paşê nexweş ketibû. Altûnişik, diyar kir ku piştî keça wê ji kar hatbû derxistin strerasa wê zêde bûbû û her diçû ûra di serê wê de meinstir dibû. Her wiha dayik Altûnişik, bilêv kir ku nêzî 7 sal berê jî kurekî wê ji ber vê nexweşînê miriye û got: "Wê çaxê hevjînê min nikaribû tev li cenazeyê kurê xwe bibe. Ji xwe me jî gotibû çawa be wê destûrê nedin û me serî lê nedabû. Piştî keça min Zeynep jiyana xwe ji dest da me bi rêya parêzeran serî li girtîgehê da. Ji ber dawiya hefteyê bû serlêdana me nehat qebûlkirin. Di roja dawî ya şînê de hat qebûlkirin û ji ber vê me şîna xwe rojek din jî dirêj kir. Dikaribûn dawiya heftê destûrê bidin lê nedan. Ev mirine, dawiya hefteya wê heye?"    Altûnişik, got: "Hevjînê min 28 sal in girtiye. Bi dehan sal in hin kesan wî qet nedîtibû. Hema tenê li Êlihê zêdetirî 300 hevalên hevjînê min hene. Zeynebê jiyana xwe ji dest da. Mirov hatin cem hevjînê min xwestin sersaxiyê lê bikin. Lê xweşikî destûr endan. Hevjînê min li cem polîs û cendirmeyan sersaxî qebûl kirin. Derdora mala şînê hatibû dorpêçkirin."    'NEHIŞTIN BIÇE SER GORÊ Û NEHIŞTIN BI KURDÎ BIAXIVE'    Altûnişik, anî ziman ku bi salan e hevjînê wê bi neheqiyan re rû bi rû dimîne û got: "Hevjînê min 28 sal in girtiye. Qanûnên ew girtin nehiştin biçe ser cenazeyê keça xwe jî. Bi hinceta ewlehiyê nehiştin biçe ser gora keça xwe. Her wiha kesên nikaribûn werin şînê telefon dikirin. Gava ji bo axaftinê me telefon didayê, nedihiştin bi kurdî bersivê bide. Tenê 9 saeta destûr dan. Ji vî 9 saetî tenê 4 saetan ma. Ê mayî jî xistin ber dema rê."