ROJEVA 10'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-10 09:00:02 * Kontrolkera TBMM'ê ku der barê îşkenceya li Girtîgeha Xarpêtê de raporek amade kir, îdia kir ku li girtîgehê derfeta ji bo lêkolînkirina mudaxileyê tuneye û ji ber vê mirov nikare bêje li girtîgehê ji bo mudaxileyê asta rewşa asgarî hatiye derbaskirin. * Esnafên Wanê, diyar kirin ku sedema krîza aborî polîtîkayên şerî ne û ji ber van polîtîkayan welat ber bi karesatekê ve çûye. Esnafan got, "Gel perîşan kirin. Em qedandin. Destê xwe ji paxila me berdin."    * Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, anî ziman ku Ocalan hêza civakiyî ya gelan destnîşan dike û got: "Di van şertan de kesekî ku dibêje 'ev rê ne tu rê ye' û qîmetê dide siyaseta demokratîk heye. Kesên bîrbir hemû divê hay ji vê hebin."    * Salîh Altûnişik ku 28 sal in girtiye, di 28'ê Sibatê de tev li şîna keça xwe bûbû. Lê belê nehiştin serdana gora keça xwe bike û gava kesên bi telefonê sersaxiyê lê dikirin jî nehiştin bi kurdî biaxive.    * Danişîna doza  Rojnameger Kibriye Evren dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê be dîtin. (09.00-16.00)   * Danişîna doza tacîza li dijî A.B. yê 14 salî ku li Sîwerekê rastî tacîza M.İ. û M.B. hat dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sîweregê bê dîtin. (10.00)    * Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê dê têkildarî zextên liser rojnamegeran li Qada Ataturk  a Konaka Îzmîrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   *Malbata Mazlum Dag ê li Hewlerê hat girtin, dê li Şaxa ÎHD'e ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Şaxa TGS'ê ya Enqereyê, dê li dijî binçavkirin û girtina rojnamegeran li pêş avahiya edliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Platfgorma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Nûnertiya Sendîkayên Rojnameigeran a Tirkiyeyê (TGS) dê li nûnertiya TGS'ê li dijî girtina rojnamegeran daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li Meclîsê civîna Koma partiya xwe li dar bixe. (12.45)   *  Kedkarên Tenduristiyê yên Stenbolê dê têkildarî Mîtinga Spî ku li Enqereyê pêk bînin dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Piştevaniya Parêzerên Jin a Stenbolê bi boneya balê bikişîne ser cînayetan dê li pêş Edliyeya Çaglayan a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniye. (12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê bi boneya balê bikişîne ser pirsgirekên li Girtîgeha Jinan a Sincanê li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)   * Komeleya Hiqûqnasên Hemdem bi boneya balê bikişîne ser çalakiyên grava birçîbûnê ya li girtîgehan dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)