Sedema koçberiya Dersime pirsî 2020-03-09 16:55:38 AMED - Parlamenterê HDP'ê Alican Onlu, diyar kir ku di salên 1990'î de nifûsa Dêrsimê 133 hezar û 140 kes bûn lê niha nufûsa wê 84 hezar û 660 kes in û sedema vê yekê ji Cîgirê Serokomar Fuat Oktay pirsî.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dêrsimê Alîcan Onlu, diyar kir ku li gorî Saziya Îstatîstîkê ya Tirk (TUÎK) nifûsa Dersîmê 84 hezar 660 kes in û sedema koçberiya Dersîmê ji Cîgirê Serokomar Fuat Oktay pirsî. Onlu, ji bo Fuat Oktay bibersivine pirsname da meclîsê û ev pirs pirsîn:    "* Çima gelê Dêrsimê neçarî koçberiyê dibe?    * Sedemên aborî, siyasî, çandî yên koçberiya gelê Dêrsimê çiye?    * Li dijî koçberiya Dêrsimê tedbîrên çawa tên stendin. Ji bo zêdebûna Dersimê tu xebat heye.    * Gundiyên ku dikarin çandinî û çotkariya xwe bikin û nikarin sewalên xwe xwedî bikin û ewlehiya wan tune, ji bo çareseriya pirsgirêka wan dê çi bê kirin?    * Sedema daxistina hêjmara parlamenterên Dersimê çiye?