Dayika 4 mehin nikare cenazeyê keça xwe bigire: Ezê dest bi greva birçîbûnê bikim 2020-03-09 15:43:06 AMED - Dayika Zehra Eryilmaz a HPG'î ya li Herêma Şênê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da Kudusiye Eryilmaz, diyar kir ku ger cenazeyê keça xwe negire, wê dest bi greva birçîbûnê bike.  Cenazeyê yek ji 5 HPG'iyên di pevçûna di 8'ê Kanûna 2019'an de li Herêma Şênê rû da de jiyana xwe ji dest dan Zehra Eryilmaz ev 4 mehin nadin malbatê. Derbarê cenazeyê Eryilmaz a nedayîna malbatê de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Dayika Eryilmaz Kudusiye Eryilmaz, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytûn û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran beşdarî civînê bûn.    ‘MIROV HINKÎ HURMETÊ NÎŞANÎ MIRIYAN JÎ DIKE’   Dayika Eryilmaz Kudusiye Eryilmaz derbarê cenazeye keça xwe de axivî û diyar kir ku  bavê wê cenazeye keça xwe ji wêneyan nasnekir û bi awayekî israrî xwestiye ku li morgê li rûyê keça xwe meyze bike û wiha got: “ Pişt re min xwîn da min xwest ez wê bibinim di serî de nehiştin ez herim morgê wê bibinim. zarokê me ew îşkence heq nekirine. Mirov hinkî hurmetê nîşanî miriyan jî dide. Mîrî ku mir ji xwe ti alaqa wê bi dinyayê namîne. Halê ku zarokê me têdeyî dûrî insaniyetiyê bû. Min dema ku deve poşete vekir halê qîza min ne hal bû û min ew nas nekir. Çawe ku mirov herê ser cenazeye keça xwe û mirov wê nas neke di dinyayê de ji vê tiştê zortir tu tişt tune ye.”   ‘ÇIMA CENAZEYÊ KEÇA MIN NADIN’   Eryilmaz bal kişand ser rewşa cenazeyê keça xwe û bang li Wezaretxaneya Edaletê kir: “ Ez gazî  wezîrê Edaletê dikim û gazî kesên ku dibên ez insanim  û xwedî ûjdanim,dikim. Ev serê çar meha ye ku qereqolê bi deve xwe  gazî me kir lê sebebe ku qÎza me nadin çiye? Bi zanebûn nadin gelo, çima hun nadin me? Her çar malbatên din cenazeyên wan danin wan çima yê me nadin û li mezelê bêxwediyan veşartine.”   ‘GER KU CENAZEYÊN KEÇA MIN NEDİNİ BÊ DEM EZ Ê TÊKEVIM GRÊVA BIRÇÎBÛNÊ’   Dayîka Eryilmaz qala derûniya xwe ya ku di nava çar mehan de xera bûye û wiha domand: “ Ez rojê du hebên ku psikolog dane min,dixwum. Ku cenazeye keça min di demeke nêz de nedin min ez ê bêdem  têkevim grêva birçîbûnê. Eger ku Însan bin bila saetekÎ xwe têxin ciyê me. Heta 6-7 rojan tiştek safî nebe ezê têkevim grêva birçîbûne.”   ‘EM Lİ BENDA VEGOTINÊN BERPIRSIYARAN E’   Serokê ÎHD’ê Abdullah Zeytun jî derbarê cenazeyên endamên tevgerê yên ku nadin malbatan de axivî  û wiha got: “ Bi dehan malbat div ê mijarê de serî li komeleyê dane. Her malbatek jî astengiyên ku  di vê mijarê de dijîn in. Em jî dipirsin ku saziyên berpirsyar derbarê van bûyeran de agahî bidin. Me serî li savcîdîtiyê jî daye. Em li benda vegotina Wezaretxaneya Edaletê û ya Saziya Adlî ya Tip’ê ne.”  (bk-cö-gd/