Qeyûmê Wanê malê şaredariyê difiroşe 2017-12-17 09:03:13 WAN - Qeyûmê ku ji bo dahatinek zêde şaredariyê gelek mal û milkên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê firotin. Herî dawî biryara firotina 8 malên neguhêzbar ên din jî da.    Piştî Waliyê Wanê Mûrat Zorlûoglû wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat kirin, hema bêje di 13 mehan de hemû malên neguhêzbar ên şaredariyê yeko yeko firotin. Ji bo dahata pêvekî ya şaredariyê 150 milyon lîre kredî hat kişandin, lê belê li gel vê jî herî dawî Otoparka Pirqatî ya 500 wesayît dikevinê û 6 hezar û 622 metrekare ye û aîdî şaredariyê bû firot. Her wiha qada 66 hezar û 392 metrekare ku aîdî şaredariyê bû û 10 sal berê ji bo Sîteya Galerîvanan bi kirê hatibû dayîn bi 17 milyon û 500 hezar lîreyî hat firtoun û tesîsa çandinî û sewalvaniyê VOTAŞ jî bi 19 milyon û 500 hezar lîreyî firot. Li gel vana qeyûm 80 dikanên li City Van AVM'yê jî heta 3 salan bi kirê dan û her wiha gelek xeyrîmenkûlên aîdî şaredariyê jî ji bo sala 2018'an berpêşî firotinê kir.    Li gel vana qeyûm Mûrat Zorlûoglû di Civîna Meclîsê ya meha Mijdarê de biryara firotina 8 malên neguhêzbar ên şaredariyê yên din jî da.    8 neguhêzbarên ku qeyûm biryara firotina wan da ev in:    *Li Taxa Suphan a navçeya Artemêtanê biryara firotina qadeke hezar û 180 metrekare ya aîdî şaredariyê,    *Li Taxa Suphan a navçeya Artemêtanê biryara firotina qadeke 910 metrekare û aîdî şaredariyê,    *Li Taxa Yûkari Norşîn a Çarşiyê ya navçeya Riya Armûşê biryara firotina qadeke 770, 94 metrekare ya aîdî şaredariyê,    *Li navenda çarşiyê ya navçeya Riya Armûşê biryara firotina qadeke 203,70 metrekare ya aîdî şaredariyê,    *Li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşbayê qadeke hezar û 389,16 metrekare yê aîdî şaredariyê,    *Li Taxa Şerefiya ya Riya Armûşê biryara firotina kata yekemîn a Huner Apartmanê ku 140 metrekareye û aîdî şaredariyê ye hat dayîn.    *Li Taxa Şerefiye ya Riya Armûşê ji bo dahata pêvekî ji şaredariyê re peyda bike erka çêkirin û birêvebirina qadeke 2 hezar û 373,98 metrekare da encumeniya şaredariyê.    *Li Parka Çandê ya Ataturkê ya Riya Armûşê biryara jinûve çêkriina bufe û kafeyê û ji bo 10 salan îhalekirina wê hat dayîn.    MA / Nimet Olmez