Danişîna Yuksekdag sibe pêk tê 2020-03-09 15:11:09   ENQERE - 17’emîn danişîna doza sereke ya Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ji girtiye wê sibe bê lidarxsitin.     17’emîn danişîna doza sereke ya Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag a ji girtiye wê sibe bê lidarxsitin. Danişîn wê li 16’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. Hat diyar kirin ku Yuksekdag dê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê beşdarî danişînê nebe. Parêzerên Yuksekdag, Parlamentera HDP’ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlamenterê HDP’ê yê Edenê Kemal Pekoz wê tevlî danişînê bibin.    Dosyeya doza mijara gotinê deye, ji 7 fezlekeyên cuda pêk tê û di çarçoveya dosyeya 92 rûpelî de, ji bo Yuksekdag 30 sal heya 83 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.