Arzû Çerkezoglû hat beratkirin 2020-03-09 14:19:48   SAKARYA – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ya ji ber axaftinên kiriye dihat darizandin hat beratkirin.    Seroka Giştî ya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzî Çerkezoglû li navçeya Sapancayê 3 sal berê beşdarî panelek bûbû û ji ber axaftina wê ya panelê bi angaştên “xelkê arasteyî kîn û dijminiyê kiriye” û “Heqaret li Serokkomar kiriye” dihat darizandin. Danişîna doza Çerkezoglû li Dadgeha Sapancayê hat lidarxistin.    Çerkezoglû û parêzerên wê parastinê kirin. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara beratê ji bo Çerkezoglû da.