Di 9 rojan de 9 rojnameger hatin girtin 2020-03-09 11:17:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Meha Adarê bi girtina rojnamegeran dest pê kir. Di 9 rojên Adarê yên ewil de 9 rojnameger hatin girtin.  Zextên li ser çapemenî û rojnamegeran bi girtina rojnamegeran berdewam dike. Meha Adarê bi girtina rojnamegeran dest pê kir. Di 9 rojên ewil ên Adarê de 9 rojnameger hatin girtin. Roj bi roj rojnamegerên hatin girtin wiha ne:   01 Adar: Gerînendeyê Giştî yê Yakın Dogu Haber Alptekin Dursunoglu dema li Stenbolê nûçe dişopand hat binçavkirin û girtin.  02 Adar: Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya Îdrîs Sayilgan dema li sînorê Edîrne û Yûnanîstanê penaberên li ser sînor dişopand hat binçavkirin û girtin, Sayilgan li ser îtîrazê 2 roj şûnde serbest hat berdan.  05 Adar: Midurê Nûçeyan ê Odatv Bariş Terkoglu û nûçegîhan Hulya Kilinç ên 4'ê Adarê hatibûn binçavkirin bi hinceta muxalefeta MİT'ê kirine hatin girtin.  06 Adar: Nûçegîhanê Rudawê Rawin Sterk Yildiz ku dema li Edîrneyê nûçeyên penaberan dişopand hat binçavkirin, hat girtin.  06 Adar: Gerînendeye weşanê yê Odatv Odatv Barış Pehlivan hat girtin.  08 Adar:  Rojnameger û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser ku îfade dabûn û serbest hatibûn berdan, li ser îtîraza dozger dîsa hatin binçavkirin û hatin girtin.  08 Adar:  Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Murat Agirel ku serbest hatibû berdan, li ser îtîraza dozger dîsa hat binçavkirin û girtin.