Dîmenên Erdogan ê li ber deriyê Pûtîn sekiniye hatin belavkirin 2020-03-09 10:54:36   NAVENDA NÛÇEYAN – Televîzyona dewletê ya rûs, dîmenên Serokkomar Erdogan û şandeya wî ya beriya hevdîtina li gel Pûtîn li ber derî hatine rawestandin bi kronometreye weşand.    Televîzyona Rossiya 1 a dewletê ya rûs, dîmenên Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û şandeya wî ku di 5’ê adarê de ji bo geşedanên li Idlibê gengeşe bikin çûbûn Rûsya û li ber derî hatine sekinandin weşand. Di dîmenên jimêrek (sayaç) li ser ku hatin weşandin de tê xuyakirin Erdogan û şandeya xwe beriya hevdîtina li gel Serokê Dewletê ya Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn nêzî 2 deqîqe li korîdorê tên sekinandin.    Her wiha di dîmen de tê xuyakirin Erdogan ê li ser pêya westiyaye li ber deriyê cihê hevdîtinê li ser sandelyekê rûdinê. Ev dîmenên ji aliyê Rossiya 1 hatin belavkirin di medya civakî de bûye rojev.