Kovara Teoriya Marksist dê panela ‘Êdî dema şoreşê ye' li dar bixin 2020-03-09 09:01:17 STENBOL – Kovara Teoriya Marksist dê bi ser navê "Êdî dema Şoreşê ye" sempozyuma navneteweyî li dar bixin. Têkildarî sempozyumê Mîne Şîrîn û Cemil Aksu, diyar kir ku ji bo der barê pêlên serhildanên cîhanê de agahîyan bistînin û encaman jê bigirin dixwazin panelek bi vî rengî li dar bixin.    Kovara Teoriya Marksist dê di 15'ê Adarê de bi sernavê "Cîhan rûpelek nû vedike. Êdî dema şoreşê ye" sempozyuma navneteweyî li dar bixin. Ji Tunus, Îran, Arjantîn û gelek welatên din dê aktîvîst û akademîsyen tev li sempozyumê bibin. Mîne Şîrîn û Cemil Aksu têkildarî armanc û naveroka sempozyumê ji ajansa me re axivîn. Mîne Şîrîn, diyar kir ku li cîhanê li nêzî 40 welatan gel rabûye ser pîyan û wiha got: "Ji ber ku ev serhildanên pêş dikevin rastî wextekê tên wateyek wê heye. Ev ne dawiya dîrokê ye. Ev dawiya kapitalizmê ye. Dema em vê sempozyumê li dar bixin, em Dê gelên ku qedera wan dişibe hev bînin cem hev. Aliyên wan ên hevpar û ji hev cuda niqaş bikin. Sempozyum ê ji çar mijaran pêk bê. Di rûniştina ewil de mijara “Berxwedan û serhildan", rûniştina duyemîn “Şoreş di axive", rûniştina sêyemîn “Serhildana Jinê û şoreş" û mijara dawî jî emê sernavê “Di sedsala 21’an de cerebeyên şoreşê" niqaş bikin. Dê ji çar aliyên cîhanê mêvan beşdar bibin. Dê ji Fîlîstinê berdevkê Eniya Rizgariya Gel a Fîlistinê (FHKC) Halil Barakat, ji Tunusê Nûnerê Partiya Komünist beşdar bibe. Ji Lubnan, Fransa, Îran, Hindistanê û gelek welatên din beşdar bibin."    ‘EM Ê LI SER ŞOREŞA ROJAVA BI AXIVIN'   Şîrîn, anî ziman ku dê di beşa duyemîn de Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Atilim Îbrahim Çiçek û Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevkê Ekolojiya Polen Cemil Aksu û ji Filipinê dê bibin mêvan. Şirin, da zanîn ku di beşa çaremîn de jî li ser Şoreşa Rojava bi axivin û Arzu Demir bi rêya tele konferansê dê tev li niqaşan bibe. Dîsa Rêveberê Xweser a Rojava Aldar Xalil  dê bi rêya telekonferansê tev li sempozyumê bibe.    'DI QEYRANA QAPÎTALÎZMÊ DE HERÎ ZÊDE BINDEST MEXDÛR DIBIN'    Cemil Aksu jî diyar kir ku ji bo der barê pêlên serhildanên cîhanê de agahîyan bistînin û encaman jê bigirin dixwazin panelek bi vî rengî li dar bixin. Ji sala 2008’an û şûnde qeyrana kapitalizmê dest pê kiriye. Di vê qeyranê de herî zêde bindest mexdûr dibin. Em dibînin ku kapitalizm mirovan dixe nava xizanî, betalî û felaketek mezin. Em bi şens in. Ji ber ku li tenişta me Şoreşa Rojava heye.    MA / Tolga Güney